Filma derhênerê Kurd Mano Xelîl “Cîran” (Neighbors) beşdarî “Festîvala Filman a Locarno” dibe.
Festîvala Filman ya Locarno ku yek ji festîvalên cîhanê yên herî mezin û bi nav û deng e, filma Mano Xelîl “Cîran” xist bernameya xwe ya fermî ya îsal. Filma “Cîran” dê di navbera 4 û 14´ê Tebaxê li Festîvala Filman ya Locarno were nîşandan.
“Cîran” behsa dîktatoriya Sûriyê dike û mesela filmê li Rojava diqewime. Film bi qasî 2 saetan dirêj e û bi reng e.
Filma “Cîran” beriya niha li “Festîvala Shanhai ya Filmên Navneteweyî” hatibû nîşandan.
Li hêla din filma Shawkat Amin Korkî “The Exam” (Ezmûn) jî li “Festîvala Karlovy Vary ya Navneteweyî” ya 55’an dê were nîşandan. Festîvala Karlovy Vary ya Navneteweyî her sal li welatê Çekyayê tê lidarxistin û ew jî festîvaleke bi nirx a sînamayê ye.
NAVENDA NÛÇEYAN