Li Licê 13 dagirker hatin kuştin

În 19 Gulan 2023 - 15:17

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li bejahiya navçeya Licê ya Amedê, gerîlayan konvoya leşkerên di tevgera dagirkeriyê de kir hedef û 13 dagirker kuştin.

HPG’ê da zanîn ku gerîlayan karwanekî wesaîtên leşkerên ku 30’ê Nîsanê dest bi tevgera dagirkeriyê kiribû, kire hedef, wesayîteke tîpa ‘Kîrpî’ tine kir û 13 dagirker jî kuştin. Herwiha li heman herêmê 10’ê Gulanê tevgereke dagirkeriyê dest pê kiribû û di şerê qewimî de li vir 2 gerîla şehîd bûne.
HPG’ê derbarê êrişên artêşa tirk a dagiker û şerê li dijî dagirkeriyê de ev agahî dan:

Li herêma Amedê

Artêşa Tirk a dagirker ji zivistanê ve dixwaze li qada Şehîd Serxwebûn a li navçeya Licê ya Amedê hin giran bigire û sengeran çêke. Di heman demê de li herêmên Girê Boxaza Cuma, Gundê Sîverekê, Gundê Medrese û Girê Mêrgê dest bi çêkirina rê kiriye. Li gel vê, artêşa Tirk a dagirker di 6 mehên dawî de li herêmê tevgeran dike û kemînan datîne. Konvoya leşkerî ku roja 30’ê Nîsanê saet 20.15’an li herêmê dest bi tevgera dagirkeriyê kir, di navbera Gundê Mêrgê û Gundê Sîverekê ji aliyê hêzên me ve bi taktîka sabotajê hate rawestandin. Di encamê de wesayîteke tîpa Kîrpî hate tinekirin û 13 dagirkerên tê de hatin cezakirin. Tevgera li herêmê heta 5’ê Gulanê dewam kir û bê encam vekişiya.

Artêşa Tirk a dagirker 10’ê Gulanê li heman herêmê dest bi tevgera dagirkeriyê kir. Di êrişên dijmin de hevrêyên me Dilgeş Zagros û Bawer Korkmaz şehîd bûn.

Li herêma Zê (Zapê)

16’ê Gulanê di saet 14.20’an de dagirkeran êrişên Qada Berxwedanê ya Girê FM kir û hêzên me ji bo xweparastinê bersiv dan.

Li herêma Metîna

18’ê Gulanê dagirkeran di saet 14.20’an de êrişê Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî kir û hêzên me ji bo xweparastinê bersiv dan. 

Êrişên artêşa tirk a dagirker

17’ê Gulanê qadên berxwedanê yên Girê Bihar, Girê Cûdî, Girê FM, Girê Amêdiyê, derdora gundê Sêgirê û qada Deşta Kafya ya Garê 22 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

16, 17 û 18’ê Gulanê qadên berxwedanê yên Girê FM û Girê Cûdî, qadên Girê Şehîd Heqî, Girê Şehîd Kamûran, Girê Şehîd Hêmin û qada Çilûçar û derdora ava Lolanê ya Xakurkê û çeperên berxwedanê yên li Sîda 37 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

17’ê Gulanê qadên Girê Mozelan, Koordîne, Stûna, Serzêrê û derdora gundê Tirvaniş a herêma Metînayê 7 caran bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.