Komele û saziyên Kurdî li Amed, Êlih, Mêrdîn û Enqerayê bi edetên kevn sersalê pîroz kirin. Li van bajaran di çorçoveya çalakiyên sersalê de lîstik û çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin.
Di çarçoveya pîrozbahiyên sersalê de gelek kesên çanda “Kosegeriyê” didomînin, li kolanên Amedê meşiyan, li deriyên malan û dikanan xistin û ji bo sala nû daxwazên xwe kirin.
Kurd serê salê li gorî Teqwîma Rûmî di 13’ê çileyê de pîroz dikin. Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, Çocûkça, Komeleya Anka ya Sûrê, Komeleya Hêviyên Rengoreng, Komeleya Qada Ciwan û Şanoya Bajêr a Amedê di çarçoveya pîrozbahiyên serê salê de li kûçeyên Amedê de dest bi çalakiyên “Kosegeriyê” kirin. Li gor edetên “Kosegeriyê” jin wekî mêran, mêr wekî jinan cilan li xwe kirin û tevî erbane û stranan, kolan bi kolan geriyan. Şêniyên taxan gelek caran pêlîstok, şeklame û çerezan dan zarok û “Koseyên” digerin.
Kosergeriya ku li kûçeyên Sûrê dest pê kir li Qada Mizgefta Mezin bi dawî bû. Sedan ciwan û zarokên bi “Koseyan” re meşiyan jî li vê derê govenda serê salê gerandin. Piştî gerandina govendê, zarok, jin ciwan bi giştî sedan kes ber bi Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ve meşiyan. Çalakiya “kosegeriyê” bi gerandina govenda li komeleyê bi dawî bû.
Her wiha di çarçoveya pîrozbahiyên serê salê de, ew ê li Komeleya Çand û Hûnerê ya Dîcleyê çalakiyên din jî werin li dar xistin.
Li Êlihê jî coşeke mezin hebû
Mîna salên berê îsal jî Serê Salê li Êlihê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Navenda Çandê ya Baharê bi boneya Serê Salê li eywaneke dawetê ya li bajar bi tevlibûna hezaran kesan pîrozbahî hate lidarxistin. Gelek welatî bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li pîrozbahiyê bûn. Hunermend Cevdet Bagca, Şêrzat, Koma Sorjiyan, Kolektîfa Rîtmen Azad û dengbêj derketin ser dikê. Di pîrozbahiyê de coşeke mezin hebû û lîstikên şanoyê jî hatin pêşandan. Li eywanê gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Beşdaran demekî dirêj govend gerandin.
Lanet bê li kurmê darê!
Li Mêrdînê jî komeke ciwanan kolan bi kolan geriyan û sersalê pîroz kirin. Ciwanên ku rûyê xwe boyax kirin û cilûbergên rengîn li xwe kirin, kolan bi kolan geriyan û li defê xistin. Ciwanên dikan bi dikan geriyan, di otobûsan de jî stran gotin. Ciwanan dovîzên “Sersal pîroz be” û “Serê salê bine salê, lanet bê kurmê darê” hilgirtin. Di pîrozbahiyan de dîmenên rengîn derketin holê.
Li Enqerê jî sersal pîroz kirin
ANKA-DER’ê di çarçoveya aktîvîteyên sersalê de serdana malên kurdan ên li Enqereyê kirin. Komeleya Çand û Huner û Ziman a Ankayê (ANKA-DER) di çarçoveya aktîvîteyên Serê Salê ku gelê kurd her sal di 13’ê çileyê de pîroz dike serdana malan kirin. Di serdanên li navçeya Mamak a Enqereyê de, sala nû ya kurdan hate pîrozkirin û li zarokên li malan diyarî hatin belavkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN