Li Komkujiya Parîsê mikur hat
Şemî 20 Sibat 2021 - 01:19
Serokê berê yê Daîreya Îstîxbaratê ya Fermandariya Giştî ya dewleta Tirk Îsmaîl Hakki Pekîn 16ʼê Sibatê di qenala televîzyonê ya CNNTurkê de mikur hat ku qetilkirina sê şoreşgên li Parîsê, operasyoneke dewletê bûye û xwest li dijî rêveberên KCKʼê bi heman awayî êriş bêne kirin. KCDK-E û TJK-E'yê bang li hikumeta Fransayê kirin ku bi berpirsyariya xwe rabe.
Îsmaîl Hakki Pekîn bi vê gotinê li komkujiya Parîsê mikur hat; "Li Ewropayê jî rêveberên wan hene. Divê em tiştekî bînin serê yên li Ewropayê. Yanî berê li Parîsê hatibû kirin, belê..."
Li Parîsê di 9'ê Çileya 2013'an de ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin. Di lêpirsînê de pêwendiya MÎT'ê ya bi komkujiyê re eşkere bûbû û tevlî îdîanameyê hatibû kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN