Li kolanên Edenê wêneyên Ocalan

Şemî 5 Cotmeh 2024 - 02:55

Li kolanên navçeya Seyhanê ya Edeneyê, wêneyên mezin ên Rêber Abdullah Ocalan hatin daliqandin û ji Rêber Ocalan re azadî hate xwestin. Li navçeya Seyhan a Edeneyê dîwarên hin taxan û dîrekên elektrîkê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin xemilandin. Bi çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî: Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk" de azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan Kurd hat xwestin. Di wêneyan de ku ji aliyê ‘Meclîsa Ciwanên Welatparêz’ ve hatin daliqandin , bi gotina “Ji bo azadiya Rêber Apo rabe gelê Kurd” ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan banga çalakiyan li gelê Kurd hate kirin.

MA/EDENE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.