• Desteya Çandê ya Herêma Firatê bi hevkariya Weşanxaneya Ava dê 17`ê Hezîranê ‘Mihrîcana Kobanê ya Wêjeyî’ li dar bixe.

Desteya Çandê ya Herêma Firatê bi hevkariya Weşanxaneya Ava dê 17`ê Hezîranê ‘Mihrîcana Kobanê ya Wêjeyî’ li dar bixe.

Mihrîcana Kobanê ya Wêjeyî ya ku Weşanxaneya Ava bi hevkariya Desteya Çand û Huner a Herêma Firatê organîze kiriye, dê 17`ê Hezîranê li Navenda Baqî Xido ya Çand û Huner li dar bikeve û 23`yê heman mehê bi dawî bibe.

Mihrîcan ji gelek çalakiyan pêk tê; 4 pêşbirkên kurteçîrokan, helbest bi zimanê Kurdî û Erebî, semîner, nîqaş, şevbuhêrkên wêjeyî û şahiyên îmzekirina pirtûkan.

Têkildarî bername û girîngiya mihrîcanê hevserokê Desteya Çand û Huner a Herêma Firatê Ziyad Elî got, "Ev mihrîcan girîng e, nexasim ji bo nivîskarên ciwan ku hewcedarî lidarxistina mihrîcanên wêjeyî ne, ji ber ku rê li pêşiya wan vedike û pê re jî asta xwe ya wêjeyî nas dikin."

Mîhrîcana îsal dê bi navê helbestvanê Kurd Şahîn Bekir Soreklî be.

Şahîn Bekir Soreklî Kobanê ye, lê li Awustralyayê dimîne û xwedî gelek dîwanên helbestvan e.

ANHA/KOBANÊ