Li Kobanê ‘Mala Dengbêjiyê’ hat vekirin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 5 Hezîran 2024 - 00:48

Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Firatê bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido Mala Dengbêjiyê vekir. Bi dehan endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û malbatên şehîdan beşdarî şevbihêrkê bûn.

Di şevbihêrkê de Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Firatê Ziyad Elî axivî û got: "Ji berê ve em xwedî rêûresmek in. Herêma me di aliyê dengbêjî, çandî, dîrokî û şûnwarên dîrokî de xwedî mîrateyekî pir dewlemend e. Heta roja me ya îro de çand, ziman û wêjeya me hatiye parastin. Ev yek jî bi saya dengbêjên ku bi dehan çîrok û destanên berxwedana herêmê ku di zengiloka wan de hatiye gotin, hatiye parastin."

Piştre gelek srtana hatin gotin. Her wiha Mala Dengbêjiyê hat vekirin û şênî derbasî malê bûn.

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.