Li Kerkûkê hindik malbat zarokên xwe dişînin dibistanên Kurdî. Li gorî bîlançoya ku ji Rêveberiya Xwendina Kurdî ya Kerkûkê hatiye bidestxistin, ji bo xwendina 2019-2020’an 7 hezar û 468 zarok ji bo xwendina refa yekê navên xwe li dibistanên Kurdî dane qeydkirin. Lê îsal ji ber hebûna vîrûsê, hîna hejmara zarokên ji bo dibistanên Kurdî hatine wergirtin nehatiye diyarkirin û tomarkirina navan hîna dewam dike. Berpirsên perwerdeya Kurdî ya bajêr diyar dikin ku rewşa xwendina Kurdî li bajêr di metirsiyê de ye. Berpirs diyar dikin, piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an ve her ku diçe hejmara zarokên li dibistanên Kurdî dixwînin, kêmtir dibe.
Mamosteyê li bajarokê Leylan ê ser bi Kerkûkê, Endam Cebarî, têkildarî rewşê got, “Çend sedem hene ku xwendina Kurdî li Kerkûkê kêm be, sedema yekê ew e ku pirsyarên ji derve di ezmûnan refa sê ya amadeyî de tên kirin. Pirsyar nayên fêmkirin û ev pirsgirêk her sal dubare dibe. Îsal sê pirs ji bo xwendekaran hatibûn, mamosta nikare bersivê bide. Sedema duyê ew e ku dema xwendekar heta refa amadeyî bi zimanê Kurdî temam dike, piştî diçe zanîngehê, ders hemû bi zimanên Erebî ne. Tenê li kolêja zimanê Kurdî der bi Kurdî ne. Xwendekar 12 salan bi zimanê Kurdî dixwîne, piştre dest bi xwendina Erebî dike.”
Tehlûke mezin e
Endam Cebarî ji ber kêmbûna zarokan pirr fikar e, "Îsal li dibistanên seretayî yên bi zimanê Kurdî hejmarek gelek kêm zarok li disbitanê qeyd bûne. Êdî gelek malbatên Kurd zarokên xwe dişînin dibistanên bi zimanê Erebî. Li Kerkûk û derdora wê li her dibistaneke bi zimanê Erebî şeş refên yekê hene. Lê li hinek dibistanên Kurdî 11 kes di refekê de hene."
Li ser heman mijarê Endamê Desteya Rêveber a Xwendina Kurdî li Kerkûkê Mamosta Mihyedîn Reuf jî got, “Heya niha nayê zanîn îsal çend xwendekar kêm bûne di nav tomarkirina refa yekê ya seretayî de. Em hêvîdar in rêjeyek ne zêde be. Ji ber ku rewş bi sedemên siyasî yên Kerkûkê ve girêdayî ye. Çima em gazinan ji welatiyên asayî bikin, çima em gazinan ji berpirsên Herêmê nakin ku zarokên xwe li dibistanên Tirkî, Inglîzî û Elmanî didin xwendin."
Rêvebera Yekeya Serpereştyar a Xendina Kurdî li Kerkûkê Perwîn Fatih jî da zanîn îsal li gorî salên din li taxên Kurdan hejmarek kêmtir navên zarokan li dibistanên seretayî yên Kurdî hatine tomarkirin.
Lê belê hejmarake diyar a zarokên li dibistanên Kurdî qeydkirî nehat eşkerekirin.
ROJNEWS / KERKÛK