Navenda Rewşenbîrî û Hunerî ya Diyalog, li Kerkûkê pêşangeheke pirtûkan vekir. Amdekarên pêşangehê dixwazin bi vê yekê bala xwendekaran bibin ser xwendina pirtûkan.

Li navenda Time Mol a li taxa Rehîmawa ya li Kerkûkê, pêşangeheke pirtûkan ji aliyê Navenda Rewşenbîrî û Hunerî ya Diyalog ve hate vekirin. Di pêşangehê de bi dehan pirtûkên di warê siyasî, hunerî, rewşenbîrî, wêjeyî û felsefî de hatin nîşandan.

Derbarê vekirina pêşangeha pirtûkê de yek ji amadekarên pêşangehê Mihemed Berzan got, “Em weke navenda Rewşenbîrî û Hunerî ya Diyalog, her sal weke çandekê di bêhndana dibistanan de pêşangeha pirtûkan vedikin. Di pêşangehê de pirtûkên Kurdî, Erebî û Ingilîzî hene, herwiha bi nirxek erzantir têne firotin.”

Mihemed got, pêşangeh wlê 3 rojan di navbera saetên 10:00 heta 23:00’yê şevê vekirî bimîne û armanca wan ew e ku xwendekar berê xwe bidin pirtûk û xwendinê.

ROJNEWS/KERKÛK