Li Kerkûkê çêkirina tenûran

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 3 Sibat 2024 - 00:45

BIRWA ESED / ROJNEWS / KERKÛK

Tenûr yan jî tendûr yek ji wan amûrane ku ji dema berê ve li Iraq, Herêma Kurdistan û hin welatên din ji bo karên cûda tê bikaranîn. Niha jî tenûran wê giringiya xwe ji dest nedaye. Lê her deverek şêwazê çêkirin û heriya ku pê tê çêkirin ji hev cûda ne. Kerkûk jî yek ji wan cihên ku tenûrên herî baş lê tê çêkirin e. Ew jî ji ber taybetmendiya axa wê ye. Niha li Kerkûkê tenûr ji bo piraniya deverên Herêma Kurdistan û Iraqê tên çêkirin û şandin. Nanxane, xwaringeh û mal tenûran ji bo çêkirina nan, xwarin, pijandina masî û cûrên din ên xwarinê bikartînin. Hinek hesinkar jî tenûran ji bo germkirin û nermkirina hesin bikartînin. Ji ber wê niha piraniya tenûrên Herêma Kurdistan û Iraqê li Kerkûkê tên çêkirin. Di salên dawî de li gor salên berê xwesteka li ser tenûran zêdetir bûye. Nirxê tenûran li gor demsalan tê guhertin, nirxê havîn û zivistanê ji hev cûda ye.

Heriya ku tenûr pê tên çêkirin ji axek sore, kayê dixin nava wê heriyê û ta sê rojan di bin naylonê de dimîne. Piştre dest bi çêkirina tenûrê tê kirin. Elî Hesen yê 30 salî yek ji hostayên çêkirina tenûra ye. Elî diyarkir 17 salin ew karê çêkirina tenûran dike û ew ji jinan fêrî çêkirina tenûran bûye.

Elî Hesen eşkere kir axa ku dikin herî ji nêzî bîrên neftê tînin û got:“Ew axek bi dohne û heriya wê ji bo çêkirina tenûran gelek xweş û qayîmtire.” Di dewamê de Elî Hesen diyarkir ku li bajarê Kuf yê Iraqê jî tenûr tên çêkirin, lê ji ber heriya wan ji lîma rûbarane, weke ya Kerkûkê ne qayîmin. Dîroka çêkirina tenûran li Kerkûkê digihe beriya 100 salan. Wê demê tenûr ji aliyê jinan ve dihatin çêkirin û li kolanan dihatin danîn û nan lê dipehtin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.