Gerîlayên HPG û YJA Starê li Zapê li dijî leşkerên dewleta Tirk a dagirker çalakî kirin. Di encama çalakiyan de herî kîm dagirkerek hate kuştin û 2 çeper jî hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê got, "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Zapê;

24'ê Adarê hêzên me ji 2 baskan ve bi çekên giran li dagirkerên li Kela Bedewê xistin. Di vê çalakiyê de herî kêm dagirkerek hate cezakirin û 2 çeperên dagirkeran hatin îmhakirin.

Ev çalakî di şexsê şehîdên me yên Hefteya Lehengiyê ya 21-28'ê Adarê de ji bo bîranîna lehengên nemir ên Kurdistanê hemûyan hatiye kirin."

BEHDÎNAN