- Çalakî yekşemê piştî nîvrojê hat lidarxistin. Xwepêşandêran îşaret bi tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan kir.
Ji bo PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin, li bajarê Kanadayê Torontoyê bi pêşengiya Komuna Jinê ya Azad a Sara û Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê çalakiyek hat lidarxistin.
Çalakî yekşemê piştî nîvrojê hat lidarxistin. Xwepêşandêran îşaret bi tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan kir.
Çalakî di çarçoveya kampanya global de ya ji bo derxistina PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorîst' hate lidarxistin.
Komuna Jinê ya Azad a Sara û Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê bi rêya vê çalakiyê li Kanadayê dest bi kampanya îmzeyan kir.
Tecrîdê betal bikin
Çalakger ji kolanên herî qelebalix ên bajêr re derbas bûn û bi dirûşmeyan 2 saetan meşiyan.
Ji qada Bloorê heta ber avahiya Şaredariya Torontoyê çalakger meşiyan û li vê derê demeke dirêj govend gerandin û dirûşm gotin.
Di daxuyaniya xwepêşandêran de tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û hat gotin, "Divê dewleta faşîst tavilê dawî li vî sûcî bîne." Di belavokê de jî îşaret hat kirin bi girîngiya Abdullah Ocalan di paşeroja Kurdan de.
Di çalakiyê de şehîdên komkujiyên Parîs û Silopiyayê hatin bibîranîn û hate ragihandin ku heta kujer bêne cezakirin, ew ê têkoşîna xwe dewam bikin.
Beşdarên çalakiyê, xwestin ku ji bo dawî li zilma li gelê Kurd bê anîn, tecrîd bê rakirin û PKK ji lîsteyê bê derxistin. Ji bo vê jî bang wan kir da ku bênavber têkoşîn bê meşandin.
TORONTO