• YPS-JIN'ê li Îzmîrê avahiyeke du kargeh lê, 3 wesayit, hêwaneke dawetê û depoyek şewitandin.

Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Yilmaz Gabar ên YPS-JIN'ê li Îzmîrê avahiyeke du kargeh lê, 3 wesayit, hêwaneke dawetê û depoyek şewitandin.
YPS-JIN'ê ragihand ku di çarçoweya ''pêngava tolhildanê ya li dijî mêtinger û sîxûr-nokeran'' li Îzmîrê du çalakî kirine.
6'ê Îlonê li navçeya Bayindirê ya Izmîrê li taxa Sadikpaşa Kolana Menderesê kargehek, dikaneke li cem wê û 3 wesayit hatin şewitandin.
1'ê Îlonê li ser rêya Bayrakli Altin hêwaneke dawetê ya faşîstan û depoya wê hat şewitandin û di encamê de hêwana dawetê û depoya wê bi temamî îmha bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN