Li Iraqê 3 milyon kes bê xanî ne

În 16 Îlon 2022 - 21:27

  • Ji ber giranbûna bihayê xaniyan û gendeliya li Iraqê zêdetirî 3 milyon kes bê xanî ne. Her ku diçe salane ev rêje 50 heta 100 hezar kesan zêdetir dibe.

Ji ber giranbûna bihayê xaniyan û gendeliya li Iraqê zêdetirî 3 milyon kes bê xanî ne. Her ku diçe salane ev rêje 50 heta 100 hezar kesan zêdetir dibe. Li ser vê yekê Wezareta Binesazî û Niştecihkirinê ya Iraqê ragihand ku li Iraqê ji bo çareserkirina qeyrana xaniyan pêwîstî bi zêdetirî 3 milyon xaniyan heye.

Li gorî rapora Wezareta Binesazî û Niştecihkirinê ya Iraqê, li Iraqê ji bo çareserkirina qeyrana xaniyan pêwîstî bi zêdetirî 3 milyon xaniyan heye.

Ji beriya salekê hikumetê ji bo çareserkirina pirsgirêka nîştecihbûnê projeya ‘daîre’ pêşniyar kiribû. Bi rêya lînkeke elektronîkî zêdetirî 3 milyon welatiya ji bo girtina xanî û zeviyan form dagirtine. Ji ber vê yekê ji bo avakirina bajarên nû pêwîstî bi binesaziyek bazirganiyê heye.

Li gorî bilançoyên hatîn diyarkirin li Iraqê zêdetirî 3 milyon welatî bê mal in û salane jimara wan bi 50 heta 100 hezaran zêde dibin.

Endamê Komîsyona Mafê Mirovan a Iraqê Etes Xezawî ji Rojnews’ê re axivî û destnîşan kir ku xemek mezin a welatiyên Iraqê heye ku ew jî bê xanî bûne ku ev yek mafekê sereke û giştî yê wane û wiha axivî: “Divê projeya nîştîmanî ya niştecihbûnê hebe û li ser welatiyan were dabeşkirin. Ji ber ku nêzîkî 3 milyon kes li Iraqê bê mal in. Ji bo zû çareser kirina pirsgirêkan divê hikûmet bi rêya bankên di bin çavdêriya Wezareta Kar û Barên Civakî de deyn bide welatiyan.”

Aborînas Nebîl Cibir li ser heman mijarê axivî û ragihand ku ji bo pirsgirêka xaniya a li Iraqê were çareserkirin, divê hikûmet sînorê bajaran berfireh bike û hinek xaniyên nû ava bike.

Nebîl Cibir herî dawî da zanîn ku her ku diçe şêniya Iraqê zêdetir dibe û ev jî dibe sedem ku di salê de ji 50 heta 100 hezar kesî daxwaza xaniyan bikin. 

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.