Li Îranê Çîtayê za!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Yekşem 1 Gulan 2022 - 22:21

  • Çîtayên Asyewî pirr kêm bûne. Niha gelek ji wan jî li Îranê li baxçeyên heywanan tên ragirtin.

Çîtayên Asyewî pirr kêm bûne. Niha gelek ji wan jî li Îranê li baxçeyên heywanan tên ragirtin. Ji dêlikeke Çîta re ya li parkeke heywanan ê nêzî Tehranê re 3 çêlîk çêbûn. Navê vî baxçeyê heywanan ê nêzî Tehranê Parka Pardîsan e. Wênegirê AFP´ê Atta Kenare sala 2017´an li vê parkê wêneyê vê Çîtayê girtibû. 

Elî Selajeqeh ê ku berpirsê parkê ye ji ragihandinê re got, "Ev yekem car e ku Çîtayeke ragirtî, dizê. Bi parastina van çêlîkan em ê karibin hejmara Çîtayên ragirtî û paşê yên nîvragirtî zêde bikin." 

Çîta halê hazir li hin beşên başûrê Efrîkayê hene, lê li bakurê Efrîkayê û Asyayê êdî nemane. Li Asyayê Îran welatên dawî ye ku lê Çîta mane û wê sala 2001´ê bernameyek bi piştgiriya Neteweyên Yekbûyî dabû destpêkirin, da ku wan biparêze. Heta sala 2010´an jî qederê 100 çîtayan li Îranê li bava xwezayê û kovî hebûn, niha ev hejmara weke "duwanzdehek" tê texmînkirin. Lewma di encama xela, qezayên bi erebeyan û nêçîrvanan hejmara wan kêm bûye.

TEHRAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.