Li Îmraliyê çi diqewime?

Pêncşem 2 Kanûn 2021 - 23:33

  • Omer Ocalan ji bo rakirina tecrîdkirina Ocalan banga xurtkirina têkoşînê li miletê Kurd kir. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî got, “Em dixwazin tavilê agahiyê ji Îmraliyê wergirin.”

Birayê Rêber Abdullah Ocalan û parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan got, ji bo ku bizanin ka li Îmraliyê çi diqewime, divê gelê Kurdistanê têkoşînê mezin bike: “Derbarê tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî de ti agahî nîne.” Berdevka Partiyê ya HDP’ê Ebrû Gunay jî got, bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan bi kêrî temamê gelên Tirkiyeyê tê û got, “Em li bendê ne ku tavilê agahiyê ji Îmraliyê wergirin.” Parêzerên Ocalan jî bi daxwaza ‘hevdîtina lezgîn’ a bi miwekîlê xwe re careke din miracaetî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûryeta Girtîgeha Imraliyê kir.

Dewleta Tirk ji 25`ê Adara 2012`an ve li ser Rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke giran ferz dike. Malbata wî nikarî hevdîtinê pê re bike. Herî dawî di 25`ê Adara 2021`ê de bi telefonê bi malbatê re axivî.

Parlamenterê HDP`ê yê Rihayê, Omer Ocalan ji Stêrk TV re got, “Dewleta Tirk tecrîda li ser girtiyên li Îmraliyê girantir kiriye.”

Omer Ocalan got, sedema sereke ya tecrîdê ew e ku perspektîfên Rêber Ocalan negihêjin gelên li Rojhilata Navîn. 

Omer Ocalan bang li gelê Kurdistanê û dostên wî kir da ku çalakiyan li dar bixin. Omer Ocalan got, têkildarî tenduristiya Ocalan û hevalên wî ti agahî li ber destê wan nîne û ev rewş metirsîdar e.

Omer Ocalan piştrast kir ku ji bo rewşa Rêber Ocalan, ew bi gelek saziyên mafên mirovan ên li Ewrûpayê re civiyane û wî got: “Hinek ji wan bi awayekî baş di vî warî de kar dikin. Lê ji bo naskirina bûyerên li Îmraliyê rû didin divê gelê Kurd û Kurdistanê têkoşîna xwe mezin bike.”

Em dixwazin agahiyê ji Îmraliyê wergirin!

Berdevka Partiyê ya HDP’ê Ebrû Gunay di civîna çapemeniyê ya heftane ya li navenda giştî ya partiyê, bal bire ser tecrîdkirina Ocalan.

Ebrû Gunay got, cezayê di nava ceza de ku li Ocalan, li Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim hatiye birrîn, nîşaneya herî darîçav a hiqûqa dijminatiyê û polîtîkaya zilmê ye.

Tecrîd çavkaniya êrişan e

Wê got, “Me gelek caran got, nêzîkatiya li Birêz Ocalan nabe ku weke nêzîkatiya li şexsekî bê nirxandin. Ev rejîma taybet ne tenê li dijî Birêz Ocalan e, di heman demê de li dijî ihtîmala aştî, aramî û demokratîkbûna welêt e. Tecrîd êdî ne mijareke hiqûqê yan jî dadgeriyê ye. Tecrîd êdî bûye şêweyê rêveberiyê yê desthilatdariyê û karakterê rejîmê. Çavkaniya êrişên li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê polîtîkaya tecrîdê ye.”

Ebrû Gunay li ser cezayê qedexekirina hevdîtinan ji bo 6 meh û 3 mehan ê li Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê hatiye birrîn û got, “Em careke din bang li CPT’ê dikin: Erka xwe bi cih bînin. Bi milyonan mirov nizanin ka li Îmraliyê çi diqewime, di serî de Ocalan, agahî ji Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayê wergirtin.”

Wê di dewamê got, “Em ê hîn nebin vê sîstema we, vê rejîma we ya taybet, dijminatiya we ya li gelan, polîtîkayên we yên şer, felaketên ku we afirandine, di şexsê Ocalan de tecrîda ku hûn li ser aştî û çareseriyê ferz dikin. Em dixwazin tavilê agahiyê ji Îmraliyê werbigirin, em li bendê ku hûn tavilê dawî li vî sûcê xwe bînin. Rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan bi kêrî berjewendiyên tevahiya gelên Tirkiyeyê tê.”

Parêzeran miracaet kir

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan jî careke din bi daxwaza ‘hevdîtina lezgîn’ ya bi miwekîlê xwe re miracaetî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûryeta Girtîgeha Imraliyê kir. Parêzer Newroz Uysal, Ibrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Serbay Koklu ev miracaet kirin. 

Çarşema bihurî malbata Ocalan, girtiyên siyasî yên li Îmraliyê Omer Xeyrî Konar, Hamîlî Yildirim, Weysî Aktaş civîneke çapemeniyê li parlamena Tirkiyê li dar xistin. Malbatan metirsiyên xwe têkildarî tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan û hevalên pê re anî ziman û bang li saziyên peywendîdar kir da ku berpirsyariyên xwe yekser bînin cih.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.