Li Holê du şervan şehîd bûn
Pêncşem 8 Îlon 2022 - 21:45
- QSD`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di şerê pêr bi şev ê li dijî şaneyeke DAIŞ`ê de li beşa 5`an a kampa Holê 2 şervanên wan şehîd bûne.
QSD`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di şerê pêr bi şev ê li dijî şaneyeke DAIŞ`ê de li beşa 5`an a kampa Holê 2 şervanên wan şehîd bûne.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê li ser malpera xwe ya fermî ev daxuyanî parve kir:
“Şeva din (pêr bi şev) di şerê li dijî şaneyeke çekdar a DAIŞ`ê de ku cilên jinan li xwe kiribûn, li beşa 5`an ê kampa Holê 2 şervanên me bi giranî birîndar bûbûn, her du şervanên me şehîd bûn.
Şaneyeke terorîst a çeteyên DAIŞ`ê ku ji 7 çeteyan pêk dihat û 2 jê jin in, hewl da ji kampê bireve. Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya hêzên me dest werdan bûyerê da ku rê li wan bigire. Şaneya terorîst piştî ku dor lê hat girtin, gule li hêzên me reşandin. Hêzên me jî bersiv da wan. Di encama şer de çeteyekî ku cilên jinan li xwe kiribû, hate kuştin û 2 jê jin, 6 çeteyên din hatin girtin. Her wiha 2 çekên AK-47 û rexteke teqemeniyê hatin desteserkirin.
Hêzên me ku destekê didin Pêngava Mirovî û Ewlehiyê, careke din diyar dikin ku ew ê desteka pêwîst ji bo Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewam bikin da ku armancên pêngavê pêk werin û niştecihên kampê ji bela û terora endamên şaneyên DAIŞ`ê xilas bibin.”
QSD´ê da zanîn ku ew ê nasnameya şehîdan piştre eşkere bike.
Bîlançoya roja 15´an
Li aliyê din Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê bîlançoya heman rojê yanî roja 15’an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de jî ev agahî parve kirin: “Çeteyekî DAIŞ'ê hate kuştin, 8 çeteyên DAIŞ'ê jî hatin girtin. 2 rextên teqemeniyê, 3 çekên AK-47 û 10 jarjor, çekeke RPG-7 û roketên wê, 12 bombên destan, 25 guleyên demançeyan, jarjorên demançeyên Glog, amûra bêdengkirina çekan, komputer, çend telefon û xetên ku ji aliyê çeteyan ve hatibûn veşartin, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin desteserkirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN