Li holê artêşa Tirk nîne!

Şemî 24 Tîrmeh 2021 - 01:36

Ji fermandarên HPG'ê Sîpan Rojhilat diyar kir ku dewleta Tirk nikare bi berxwedana gerîla, û ji ber wê çekên kîmyewî bi kar tîne. Wî got, "Artêşa Tirk tirsonek e, nikare li hemberî gerîla şer bike. Li holê artêş nîne." 

Ji fermandarên HPG'ê Sîpan Rojhilat, tevlî bernameya taybet a Stêrk TV bû û êrişên dewleta Tirk, berxwedana gerîla nirxand. Sîpan Rojhilat got, "Berxwedana ku heta niha hate nîşandan, bi taybetî jî berxwedana Zendûra ku ji bo me bû mînakeke baş, mirov wê jî bi dil û can silav dike. Ew îrade, ew berxwedana li wê derê bi rastî jî nîşan da ku em dikarin bi mehan jî berxwedaneke dijwar bikin. Bi rastî jî weke berxwedana Keleha Dimdimê ye. Çeperên me yên mayî jî, yên ku neketine nava şer ji bo heman şerî, ji bo heman îradeyê amade ne. Dewleta Tirk dixwaze xwe li hemû çeperan jî biceribîne, wê tenê artêşa xwe biwestîne, lawaz bike. Ji 23’ê Nîsanê ve leşker daniye qadan, bi rengekî aktîf çekên kîmyewî bi kar tîne, gazên cûrbecûr bi kar tîne. Lê beriya wê jî li ser tunelên me timî şer bû. Teyare her roj li tunelên şer didin. Lê weke min gotî, destpêkê tecrûbeya me li dijî çekên kîmyewî tine bûn, lê êdî hêdî hêdî tecrûbeyên me çêbûne, em dizanin wê pûç bikin. Ji ber vê yekê bên qadên din jî ji tecrûbeyên heta niha, şikestina operasyona Tirkan mumkin e. Di heman demê de li gorî derfetan gerîla wê dest bi operasyona dijber jî bike. Em ê karibin wan di gelek milan de bişikînin. Artêşa Tirk artêşeke çawa ye? Bi rastî jî artêşeke newêrek e. Li naverastê weke serseriyan digerin, xwe li binê wan daran dirêj dikin, bêçand in. Dewleta Tirk ji bo vî şerî bide meşandin, enerjiya xwe hemûyî xerc dike. Mesela beriya ku biçin cihekî, kûçikên xwe destpêkê dişînin. Dedaktoran bi kar tînin. Ew ne bes e, robotan didin pêşiya xwe. Yanî artêşeke bi vî rengî ye. Dema ku tu derdikevî û 2 fîşekan diteqînî jî ew artêş li holê namîne. Bi dîtina min operasyona niha li Avaşînê fiyasko ye. Tunelên şer ji bo me bû tecrûbe. Heger em bi van rêbazan biçin, em ê karibin dewleta Tirk ji gelek aliyan ve têk bibin. Heke bên cihên cudatir ku çeperên me xurtir in, ez bawer dikim ku wê muezem bişikên. Hem moralê gerîla, hem amadekariyên gerîla temam in. Îradeya gerîla li gel ti artêşekê nîne. Hîç li xwe nafikire, li hevalê xwe difikire."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.