Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) têkildarî serdana şandeya “Îtîlafa Sûriyê” bo Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da û tê de bal kişand ser daxuyaniyên El-Herîrî yên di dema serdanê de, armancên serdanê û helwestên ku divê li hemberî wê bên nîşandan.
Di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan hate kirin: “Di demekê de ku hem raya giştî ya Kurd li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hem raya giştî ya Kurdistanê li benda pêşketinên erênî di rêgeha xebatên yekitiya refa kurdî yên bi rêya diyaloga di navbera PYNK`ê û ENKS`ê de ne. Derdorên nîştimanî û gelê Kurd ji serdana şandeyeke Îtîlafê bo paytexta herêma Kurdistanê Hewlêrê, şaş man. Wê gavê metirsî û fikarên gel çêkirin û birînên salvegera dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û Îtîlafa Îxwanî ve ya beriya 3 salan, kûrttir kirin.
El-Herîrî bi civîneke çapemeniyê li Hewlêrê û bi taybetî li parlamentoya Hewlêrê planên dijminahiya tevgera rizgariya Kurdistanê û bi taybetî planên li dijî destkeftiyên gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandin. Îtilafê û Partiya Demokrat a Kurdistanê û serokê wê birêz Mesûd Barzanî ya di van planan de, kir. Her wiha bi awayekî eşkere ragihand ku herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî herêmên ku ji terorê hatine rizgarkirin in û got ew ê tevî ENKS`ê hebûna xwe li wan herêmên ‘rizgarkirî’ xurt bikin. Her wiha hêzên ku parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û ji terorê û komên çeteyan rizgar kir, bi hêzên terorîst bi nav kirin û got di çarçoveya erkên xwe yên neteweyî yên Sûriyê de dê şerê PKK`ê bikin. Bi wê yekê ew bû wekîlê dewleta Tirk a faşîst ku parçeyên mezin ji xaka bakurê Sûriyê dagir dike û siyaseta tirkkirinê li wir dimeşîne."
ANHA/QAMIŞLO