Li Hesekê hêrsa ji dagirker û xayînan
Sêşem 27 Îlon 2022 - 03:10
Xelkê bajarê Hesekê bi xwepêşandaneke girseyî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û xiyaneta PDK`ê ya li dijî gelê Kurd şermezar kir.
Xelkê bajarê Hesekê bi beşdariya endamên saziyên civaka sivîl, saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî ji bo şermezarkirina tecrîdkirina girankirî ya Rêber Abdullah Ocalan û xiyaneta PDK´ê li gelê Kurd, xwepêşandan li dar xist.
Xwepêşandan ji pêşiya Parka Serok a taxa El Nasra dest pê kir û li çerxerêya Şehîd Cûdî ya li taxa El Kelasê ya navenda bajêr rawestiya û veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de endamê PYD´ê Abdullah Mele Salih got, îrade û vîna hevgirtî ya gelan wê bikare polîtîka û komployên dagirkeriyê yên li dijî wan hemûyan pûç bike.
Salih tecrîdkirina girankirî Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî kiryarên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Ocalan, şermezar kir.
Xiyanetê li fedakariya Kurdan dikin
Endama Kongra Star a kantona Hesekê, Sûzan Mihemed jî bal bire ser xiyaneta PDK'ê ya li Kurdan û beşdariya wê di şerê li dijî HPG'ê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê û got: "PDK'ê xiyaneta xwe dewam dike. Tişta ku ev partî dike, xiyaneta li fedekariya kurdan e."
Xwepêşandan bi silavkirina berxwedan û têkoşîna rêber Abdullah Ocalan, berxwedana HPG û QSD´ê li dijî dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê bi dawî bû.
ANHA/HESEKÊ