- “Bi deng û awazên resen, 50 saliya PKK’ê emê serkeftinê misoger bikin û dagirkeriyê têk bibin”
Bi dirûşmeya “Bi deng û awazên resen, 50 saliya PKK’ê emê serkeftinê misoger bikin û dagirkeriyê têk bibin” Tevgera Çand û Huner, Serdem û Hîlala Zêrîn hefteyek hunerî li Gulîstana Kawa ya taxa Miftî a bajarê Hesekê li dar xistin. Hefteya Hunerî bi deqeyek rêzgirtin des pê kir.
Bi navê Tevgera Çand û Huner Mihemed Hacî diyar kir ku êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistanê gelê herêmê hedef dike û wiha got: “Em wekî hunermend û hemû xebtkarên Rojava piştgirî didin xelkên Başûrê Kurdistanê. Dijminê me yek e, emê bi yekîtiya xwe bersiv bidin û dagirkeriyê têk bibin.”
Piştî axiftinan koma Hilala Zêrîn a muzîkê, Koma Serdem ya Muzîkê stranên şoreşgerî gotin.
HESEKÊ