Li Hesekê 54 kes hatin girtin

Pêncşem 10 Cotmeh 2024 - 01:55

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê sedemên operasyona li başûrê Hesekê li dar xistiye, aşkera kirin û destnîşan kir ku di operasyonê de 54 kes hatine kuştin. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî operasyonê ev daxuyanî weşand:"Hêzên me li gundewarê Şedadê û bajarokê Erîşe yê başûrê Hesekê bi armanca xurtkirina ewlehiyê û aramiyê û girtina sûcdaran, operasyoneke ewlehiyê ya berfireh li dar xist. Şêniyên wan herêman gelek caran bangawazî kir ku şêlandim û dizî pir bûye. Li ser van bangan û li gorî agahiyên istixbaratî, hêzên me bi ser cihên wan ên li Şedadê û Erîşe de girtin û di wê operasyonê de 54 kes girtin. Her wiha miqdarên mezin ên çek û cebilxaneyên di dizî û şêlandinê de bi kar dianîn, hatin desteserkirin.

Çek û cebilxaneya hatiye desteserkirin bi vî rengî ye:

37 kîlaşînkov, 20 demançe, 48 mexzenên kîlaşînkovê, 3 tivingên bruno, 8 bombe, 13 tivingên nêçîrê, 4 dûrbîn, Dûrbîneke şevê, Fîşekên kîlaşînkovê

Em careke din soz didin ku ewlehiya welatiyan û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin. Her wiha em bang li şêniyan dikin ku bi hêzên ewlehiyê re hevkar bin û dema gumana wan li tiştekî çêbû, yekser agahî bidin me."

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.