Tevgera Kevana Zêrîn a kantona Kobanê, şahî û nîşandanên hunerî li herêmên Firatê li dar dixe û doh jî li bajarokê Şêran ê rojhilatê Kobanê şahiyeke hunerî li dar xist.

Tevgera Kevana Zêrîn ji 27’ê Hezîranê ji rêzeçaliyên "Hefteya hunerî" şahî dest pê kirin, şahî dê hefteyekê li tevahî herêmên Firatê bi durişma "Bi çanda Kevana Zêrîn û hunerê şerê gel ê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têk bibin" li dar bikevin.

Piştî bajarê Kobanê û bajarokê Sirrînê, Tevgera Kevana Zêrîn şahiyek li bajarokê Şêran ê rojhilat Kobanê li dar xist.

Di şahiyê de bi sedan şêniyên bajarok amade bûn, şahî li pêş avahiya Meclîsa Bajarokê Şêran li dar ket.

Komên girêdayî Tevgera Kevana Zêrîn hunerê ji stran û dîlanan pêşkêş kirin.

Mîna van şahiyan dê heta 4 rojên din li navçeyên Qenaya, Til Xezal, Bender û Taşlokê jî li dar bikevin.

ANHA/KOBANÊ