Bihabûna pêdiviyên sereke yên rojane li bazarên Herêma Kurdistanê, bûye sedem ku welatî nikaribin di meha Remezanê de hemû pêdiviyên xwe bikirin. Xelkê Hewlêrê diyar kir ku ew ji ber bihabûnê nikarin pêdiviyên xwe bikirin. Xelkê daxwaz ji hikûmetê kir da ku çavdêriyê li ser bazarê bike.

 

Çavdêrî tine ye

Li gor çavdêriyan li nav bazara Hewlêrê, nirxê pêdawîstiyên sereke yên rojane, gelek zêde bûne. Ev jî wê yekê nîşan dide ku çavdêrî li ser bazarê nayê kirin. Ji bona wê welatî ji bihabûna pêdawîstiyên rojane bi gazindin û dibêjin ji ber bihabûnê bargiranî li ser wan çêbûye.

Bi hatina meha Remezanê re xwesteka welatiyan a ji bo goşt û şîrîniyê zêdetir bûye. Ji ber vê çendê beşek ji pêdiviyên rojane, nirxê wan du qat bûne. Kîloyek goştê berxan di meha Remezanê de bû 22 hezar dînar. Kîloya goştê golikan bû 18 hezar dînar. Kîloya mirîşka zindî jî bû 4 hezar 500 dînar. Li kîloya her cûreyê xurmeyan 2 hezar dînar zêde bû.

 

Hikûmetê bac zêde kiriye

Dikandar sedemê bihabûna pêdiviyên rojane, bi wergirtina zêde ya bacê û bilindbûna nirxê dolar ve girê didin.

Dikandar, Şeban Mecîd li ser bihabûna kelûpelan got; “Di meha Remezanê de nirxê kelûpelan û pêwîstiyên rojane yên wek goşt û xwarinên din gelek bilind bûye. Hikûmetê jî bacek zêde li ser kelûpelan daniye. Ev rewş jî bargiraniyek mezin xistiye li ser milê welatiyan.”

Şeban Mecîd daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku bi rêya komîsyonan çavdêriyê li ser bazarê bike daku welatiyên hejar bikarin pêwîstiyên rojane ji bo meha Remezanê bikirin.

Welatiyê bi navê Mihemed Cabir jî li ser mijarê axivî û got: “Nirxê pêwîstiyên rojane di meha Remezanê de du qat zêde bûne. Vê yekê jî wisan kiriye ku welatî nikaribin tevayî pêwîstiyên xwe yên rojane bikirin.”

Mihemed jî daxwaz ji aliyên peywendîdar kir ku çavdêriyê li ser bazarê bikin daku nirxê pêdawîstiyên rojane bilind nebin û bargiranî li ser welatiyan çênebe.

 

Bazirgan bi kêfa xwe zêde dikin

Welatiyê bi navê Cêgir Sebah jî da zanîn ji ber xwestekek zêde ya welatiyan li ser xwarin û pêwîstiyên rojane heye, bazirgan fersendê dibînin û bi keyfa xwe nirxê kelûpelan zêde dikin bêy ku hikûmet çavdêriyê li ser bazarê bike.

Cîgir Sebah diyarkir sedemek din ê ku welatî nikarin hemû pêwîstiyên xwe bikirin ewe ku hikûmet di dema xwe de muçe dabeş nake.

ROJNEWS/HEWLÊR