Di çarçoveya “Dem dema azadiyê ye” û bi dirûşmeya “Bi çand û hunerê neteweya demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin û serketinê misoger bikin” Tevgera Mezopotamya ya Çand û Huner amadekariyên lidarxistina “Meha Çandê” li bajarên Hesekê û Qamişlo û navçeyên Dirbêsiyê û Dêrikê yên herêma Cizîrê dike. Di bernameyan de stran, govend, şano û filmên sînemayê wê hebin.
Çalakiyên Meha Çandê li bajarê Qamişlo îro dest pê dikin û tê payîn ku li her bajarekî sê rojan dewam bikin.
Li bajarê Qamişlo îro stada Heysem Kiço ya li rojhilatê Qamişloyê, mihrîcana stran û govendên folklorîk li dar dikeve û sibe û dusibe (di roja duyem û sêyem de) jî li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner saet 7`ê êvarî şano û filmên sînemayê tên pêşkêşkirin.
Li Hesekê jî dê roja yekemîn 12’ê Tîrmehê dê li baxçeyê Şehîd Kawa bi mihrîcana stran û govendên folklorîk dest pê bike. Di roja duyem û sêyem de jî li navenda Xabûr a Çand û Huner saet 7`ê êvarî şano û filmên sînemayê wê werin pêşkêşkirin.
Li gorî komîteya amadekar a Meha Çandê dê ji 15 heta 20`ê mehê çalakî werin rawestandin, ji ber hemwextî salvegera 9`an a Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye ku çirûskên wê pêşî li Kobanê vedan.
Çalakiyên Meha Çandê li bajarê Dêrikê 21`ê mehê dest pê dikin û bername wê wiha be; Roja yekemîn 21`ê Tîrmehê ye; hingê dê mihrîcana stran û govendê li Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger were orgenîzekirin û di roja duyem û sêyem de jî li Navenda Dicle ya Çand û Huner saet 7`ê êvarê şano û filmên sînemayê werin pêşkêşkirin.
Li navçeya Dirbêsiyê jî bername wê wiha be; li navenda Dirbêsiyê roja yekemîn 24`ê Tîrmehê ye, li baxçeyê Şehîd Zevîn mihrîcana stran û govendê wê li dar bikeve, di roja duyemîn û sêyemîn de jî li navenda Dirbêsiyê ya Çand û Huner saet di 7`ê êvarî de dê piyesên şano û filmên sînemayê werin pêşkêşkirin. n
ANHA/QAMIŞLO