• Mûrat Karayilan banga yekîtiyê li gelê Kurd kir û got;’’Li her çar parçeyên Kurdistanê divê rêxistinî were pêkanîn û li hemberî kiryarên dijmin bêdeng nemînin, xwe biparêzin.’’

Pêngava 15'ê Tebaxê li hemberî siyaseta qirkirin û tunekirinê pêngava hebûnê bû û ya azadiyê bû. Pêngava 15'ê Tebaxê bi xwe re li Kurdistanê ronesansek çêkir, şoreşa fikrî, civakî, ya jinê û ya siyasî li Kurdistanê bi pêş xist û civakeke nû ava kir. Em weke gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê 39 sal in têkoşînê dikin ji bo parastina gelê Kurd, nirxên demokrasiyê di nava 39 salan de destanên qehremaniyê çêbûn. Bi taybetî ev 8 salên dawî dagirkeriya Tirkiyeyê, ji bo siyaseta qirkirinê bi ser bixîne li hemberî tevgera me, gelê me êrîşek berfireh destpê kir. Li ser hîmê pergala Îmraliyê siyaseta qirkirinê li tevahiya Kurdistane meşand. Li hemberî vê di serî de sekna Rêber Apo ya bi wate û dîrokî, berxwedana siyaseta Kurd, ya tevgerên demokratîk sosyalîst ên Tirkiyeyê, tevahiya gelê me, li zindanan berxwedana hevalên me, li kolanan berxwedana gelê me pêk hat. Dagirkeriya Tirk êrîşên herî berfireh li ser gerîla meşand. Li ser hîmê teknolojiya serdemê li Bakurê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê, li Şengalê, li ser Hêzên Rojhilatê Kurdistanê êriş pêş xist. Li hemberî van êrîşan di nava 8 salan de berxwedaneke dîrokî çêbû.

Dijmin xitimî ye

Bi taybetî 3 salên dawî dijmin êrîşeke berfireh destpêkê li Garê û dûre jî li ser Zapê, Metîn û Avaşînê da destpêkirin. Bi taybetî li navenda Zap, Avaşîn û Metîna de berxwedana hate kirin di dîroka gelê me de, ya tevgera me de pelekî nû ye. Yekemcar 3 sal in li heman sengerê hêzên Kurd, berxwedêrên Kurd li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê radiwestin, li ber xwe didin. Ev ji bo tevahiya Kurdan şerefeke, serbilindiyeke. Berxwedana tê kirin ne li hemberî bi deh hezaran leşkeran bi tenê ye, di vî şerî de di serî de teknolojiya hewayî tevahiya teknolojiya serdemê tê bikaranîn. Di heman demê de ev dijminê tirsonek, bêbext, çekên qedexekirî weke kîmyasal, taktîk nukleer jî li hemberî hêzên me bi kar anî. Encamê sê salên dawî li ber çavan e. Dijmin li hemberî berxwedana milîtanên Apoyî di neçariyekê de ye. 

Yekîtiya neteweyî pêş bixin

Aniha sedsaliya komarê nêz bû. Eşkere ye ku ev dewleta AKP-MHP û Ergenekon li ser xwîna Kurdan, tunekirina gelê Kurd dixwaze xwe bike hebûn. Ev siyaseta li ser xeta Îttîhat Terakkî ya nijadperest, şovenîst ji bo gelên herêmê jî xetere ye. Ew dixwazin bi dagirkeriya Mîsakî Mîlî li Sûriye û Iraqê îradeya gelê Ereb û gelê herêmê jî bipelixîne. Li hemberî vê divê em weke gel yekîtiya neteweyî ava bikin. Lê divê li ser hîmê tifaqa Kurd û Ereb, hemû gelên herêmê, hemû sosyalîst, tevgerên demokratîk ên herêmê li hemberî vê pêla faşîzmê bêdeng nemînin, yekîtiyê çêbikin, têkoşîna demokrasiyê û azadiyê bi pêş bixînin. Di vê demê de erka şoreşgerî ku neyê taloqkirin ev e. 

Lazim e tecrîd parçe bibe

Tecrîda li ser Rêber Apo li Kurdistanê weke siyaseta qirkeriyê dikeve meriyetê. Heta ku em li hemberî siyaseta tecrîdê pêngaveke berfireh bi rê nexînin û tecrîdê parçe nekin wê demokrasî û azadî neyê Tirkiyeyê û neyê herêmê. Niha hinek saziyên demokratîk ên mafên mirovan û sendîkayên Ewropayê, Emerîkaya Latîn û Başûrê Efrîka ji bo Rêber Apo kampanyayên azadiyê pêk tên. Ev tiştekî pir hêja û bi rûmet e. Em hemûyan silav dikin. Gelê me yê li Ewropayê û derveyî welat û di têkoşînê de rol dilîze silav dikin. Silav ji bo tifaqa Kurd û Ereb îro bilind dibe. 

Dijmin nikare bi me

Em dikevin sala 40'emîn. 39 sal in li ser hîmê felsefeya Rêber Apo, li ser tecrûbeya 39 salan gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê îro gihîştiye astekê. Divê ku dijmin jî baş zanibe, wê nikaribe. Her çiqas hinek Kurd pê re jî be lê wê nikaribe me weke gel, tevger tune bike. Divê dest ji vê siyaseta xwe ya qirkirinê berde. Dema wisa êrîş bike û were ser sengerên hevalên me ku ew leşker bimire, berpirsyarê wê ne em in. Yên ku vê fermanê didin ew berpirsyar in.nDivê rayedarên Tirkiyeyê zanibin bi siyaseta qirkirin û kuştinê ew nikarin biçin encamê. 

Bila gelê me beşdar bibe

Gerîla di serdema nû de di sala 40'emîn de wê rola xwe bilîze. Lê divê gelê me, di vê dema girîng de li erkên xwe xwedî derkeve. Di serî de ciwan û jinên Kurdistanê divê xwe bi rêxistin bikin, pêla serhildana gelêrî bi pêş bixînin. Rast e, yekîtiya neteweyî li çar parçeyan jî pêwîst e, lê belê her parçe di hundirê xwe de divê yekîtiya xwe çêbike, li hemberî kiryarên dijmin bêdeng nemîne, xwe biparêze.Wisa em ê karibin şerê gel ê şoreşgerî geş bikin, em ê karibin êrîşên dijmin berevajî bikin, Rêber Apo û Kurdistanê azad bikin. Kurdistan bi hilbijartinan azad nabe. Azadî bi hêza gel e. Bi şerê gel ê şoreşgerî ye. "

NAVENDA NÛÇEYAN