Li her derê rabin 

În 7 Gulan 2021 - 02:58

  • Bayik diyar kir ku gerîla li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi rengekî dîrokî li ber xwe didin û got, gelê Kurd divê li her derê rabe ser piyan û xwedî li ewladên xwe derkeve yên ku ji bo parastina Kurdistanê canê xwe feda dikin. 

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, têkildarî berxwedana gerîla ya li Zap, Avaşîn û Metînayê peyamek bi dîmen weşand. Bayik diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin û anî ziman ku gerîlayên HPG û YJA Starê jî bi lehengî li dijî van êrişan li ber xwe didin.
Bayik destnîşan kir ku di pêvajoyeke wiha zehmet de gerîlayên Kurdistanê, gelê Kurd û destketiyên gelê Kurd diparêzin, wezîfeyeke dîrokî dane ser milê xwe û di vê oxirê de canê xwe feda dikin. Bayik got, "Di vê demê de mirovên ku cihê xwe di nava vê berxwedana dîrokî de nagirin divê ji aliyê kesî ve neyên efûkirin. Ji ber ku têkoşîna tê meşandin, têkoşîna ji bo parastina Kurdistanê, gelê Kurd û destketiyên mirovahiyê ye. Divê her kes cihê xwe di nava vê berxwedana dîrokî de bigire. Her kesê ku xwe Kurd, welatparêz, şoreşger, sosyalîst û dijberê faşîzmê pênase dike, divê tevlî vê berxwedanê bibe."

Êriş li ser Kurdistanê hemûyî ye

Çend beşên peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik wiha ye: “Êrişa li Metîna, Zap û Avaşînê tê meşandin bi temamî li dijî Kurdistanê ye, li dijî gelê Kurd e, li dijî destketiyên gelê Kurd e. Ev ne tenê li dijî PKK, gerîla, gelê Başûr bi tenê ye. Eger mirov bi vî rengî fêhm bike, mirovê bikeve şaşitiyeke mezin, dawiya vê jî xeflet e. Bi vî rengî be li ser gelê Kurd, li ser Kurdistanê, li ser destketiyên gelê Kurd metirsiyeke mezin çêdibe. Lewma gerîlayên HPG li dijî dagirker, qirkeran bi fedayî têdikoşin, berxwedaneke dîrokî dimeşînin. Gerîla dixwaze ew plana ku dewleta Tirk faşîst, dagirker, qirker têk bibe. Armanca gerîla ew e ku dixwaze Kurdistan, gelê Kurd, destketiyên gelê Kurd biparêze. Di vê têkoşîna dîrokî û lehengî de hinek şervanên me şehîd bûn. Biryargeha me ragihand ku heta niha hevalên ku şehîd bûne şeş heval in. Ez wan bi minet bi bîr tînim. Fermandarên ku vî şerî dimeşînin, şervanên ku di vî şerî de cih girtin ez hemûyan pîroz dikim, wan silav dikim. Bi rastî ew bi zanebûneke dîrokî wezîfeya xwe ya dîrokî neteweyî ji bo gelê Kurd, gelên bindest, ji bo hêzên demokrasî û azadiyê pêk tînin.

Divê her kes bi erka xwe rabe

Gerîlayên HPG'ê bi wezîfeyeke dîrokî rabûne û bi vê wezîfeyê canê xwe didin. Ew ewladên gelê Kurd in. Lewma divê gelê Kurd li ku derê dibe bila bibe, li her beşî, li derve divê xwedî li ewladên xwe derkeve. Bi wan re bibe yek, li ku derê dikare çi bike dikare bike. Di vê têkoşîna dîrokî de, di têkoşîna Kurdistanê de gelê Kurd, di têkoşîna neteweyî de divê her kes cihê xwe bigire. Ne tenê lê temaşe bike, bêje gerîla têdikoşe, derbê li dagirkeran dixin û tenê çepikan lê bixe. Pêwîst e ku vê têkoşînê weke têkoşîna xwe bibîne, di vê têkoşînê de cih bigire, hêlwêsta xwe eşkere diyar bike. Eger di vê demê de yên dibêje ez Kurd im, welatparêz im, şoreşger im, sosyalîst im, demokrat im, ez li dijî faşîzm dagirkerî û qirkeriyê me, lazime tevlî vê têkoşînê bibe, hêlwêsta xwe ji bo her kesî diyar bike. PKK heta niha ti carî bêhêlwêst nemaye. Li kîjan beşî dibe bila bibe, dema ku dagirker hatine ser gelê Kurd, xwestine destketiyên Kurdan ji holê rakin, li dijî wan sekiniye, wezîfeya xwe ya neteweyî û dîrokî pêk aniye.

Ev şer parastina rewa ye

Niha mirov bêje ez welatparêz im, Kurd im, sosyalîst im, demokrat im, ez li dijî faşîzm, dagirkeriyê me, ez ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşim ew berxwedana dîrokî ya gerîla li Metîna, Zap, Avaşînê dimeşîne nebîne, cihê xwe tê de negire, hêza xwe bi gerîla re neke yek, mirov nikare wan welatparêz, demokrat û Kurd bibîne. Yên ku di vê demê de yên di nava vê têkoşîna dîrokî de cihê xwe negire lazim e kes wan efû neke. Ji ber ku têkoşîna tê meşandin têkoşîna Kurdistan, gelê Kurd û parastina destketiyên Kurd e. Heval Mûrat Karaliyan jî di axaftina xwe de diyar kir. Got şerê ku em dimeşînin şerê parastina rewa ye. Parastina Kurdistan e, gelê Kurd e, destketiyên gelê Kurd e. Şerê demokrasî, azadiyê ye. Em gelan diparêzin, em nirxên mirovahiyê diparêzin. Lewma em bang dikin; Bila her kes banga hevalê Mûrat Karayilan, banga gerîla banga xwe bibîne û cihê xwe di nava wê bangê de bigire.”

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.