Li her derê li dijmin dan

Sêşem 26 Nîsan 2022 - 22:15

  • HPG´ê doh da zanîn ku hêzên wê êriş pûç kirine, hêzên wê 14 dagirker ceza kirinê, dagirkerek birîndar bûye, çeperek hatiye îmhakirin, derb li helîkoptereke êrişê û dronekê hate xistin.”

HPG´ê doh da zanîn ku hêzên wê êriş pûç kirine, hêzên wê 14 dagirker ceza kirinê, dagirkerek birîndar bûye, çeperek hatiye îmhakirin, derb li helîkoptereke êrişê û dronekê hate xistin.”

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê derbarê rewşa şer a dawî de got,“Hêzên me bi tîmên gerîla yên gerok re derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin. Çalakiyên hêzên me wisa ne:

Li Herêma Avaşînê

Di 23’ê Nîsanê de hêzên me bi sekvaniyê li dagirkerên li dora devera Berxwedanê ya Avaşînê da. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatine kuştin û dagirkerek jî birîndar bû.

Di 24’ê Nîsanê de saet di 13.30 û 14.20’an de meydana Berxwedanê ya Werxelê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyan hatiye bomberdûmankirin. Dagirkeran di heman rojê de saet di 15.20’an de xwestine dîsa êriş bikin. Hêzên me dor li dijmin girt û ji nêz ve li dijmin da.

Li vir 2 dagirker hatine kuştin. Dagirkerên ku derbeke giran xwarin, êvarî devera Berxwedanê bi balefirên şer bomberdûman kirin.

Li Herêma Zê (Zap)

Di 24’ê Nîsanê de saet di 16.00’an de hêzên me li dagirkerên li dora çeperên şer ên Girê Ortê yê devera Girê Karker da. Di vê çalakiyê de dagirkerek hat kuştin.

Di 24’ê Nîsanê e saet di 17:10 û 17:30’î de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li dora devera Berxwedanê ya Şikefta Birîndaran da. Di van çalakiyan de bi awayekî serketî li hedefan hate xistin.

Di 24’ê Nîsanê de dagirkeran xwest bi teqemeniyan êrişî Çeperên Şer ên Girê Cûdî bikin. Hêzên me bi dekvaniyê li dagirkeran da û dagirkerek kuşt.

Di 24’ê Nîsanê de saet di 10.30’an de hêzên me derb li dagirkerên li dora çeperên devera Berxwedanê ya Şehîd Berxwedan dane. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin kuştin û çeperek jî hate îmhakirin.

Di 24’ê Nîsanê de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li dora devera Berxwedanê ya Kurêjahro da. Di vê çalakiyê de herî kêm 2 dagirker hatin kuştin.

Di 24’ê Nîsanê de dema ku dagirkeran hewl da li dora devera Berxwedanê ya Werxelê bi cih bibin, hêzên me derb li wan dan, dagirkerek kuştin.

Di 24’ê Nîsanê de saet di 18.00’an de hêzên me li devera Berxwedanê ya Şehîd Şahîn derb li dronekê da.

Di 24’ê Nîsanê de dema ku dagirkeran xwestin li dora çeperên şer ên Girê Mamreş ê devera Berxwedanê ya Kurêjahro bi cih bibin, hêzên me derb li wan dan û 2 dagirker kuştin.

Di 24’ê Nîsanê de saet di 20.40’an de helîkopterên êrişê dema ku xwestin dora Girê Rûbar bomberdûman bikin, hêzên me li helîkopteran da.

Li vir derb li helîkopterekê hate xistin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.