Li her derê diyalog

Şemî 10 Tîrmeh 2021 - 04:57

Komxebata diyalogê ya KNK-Rojava ya têkildarî xeterên dagirkeriya Tirk li ser Kurdistanê û helwêsta Kurdî, bi dirûşma “Bi yekitiya neteweyî em dagirkeriyê têk bibin û rê li ber şerê navxweyî bigirin” pêr li Qamişloyê li dar ket.

Evîn Siwêd li ser komxebata diyalogê axivî. Wê lidarxistina komxebata diyalogê pîroz kir û got, "Ez bi hêvî me ku ev komxebat bibe pêngaveke girîng ji bo berxwedana Kurd a li dijî êrişên dewleta Tirk û pîlanên wê yên derxistina şerê navxweyî."

Evîn Siwêd got, "Tevahî partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, jin, ciwan û meclisên eşîrên Efrîn, Kobanê û Cizîrê li Qamişloyê tev li komxebata diyalogê bûn. Da ku helwêstên xelkê Rojavayê Kurdistanê li hember xeteran nîqaş bikin. Ev komxebata diyalogê, pêngaveke baş e da ku çalakiyên mîna vê li Başûrê Kurdistanê û derveyî Kurdistanê li dar kevin. Divê li Başûrê Kurdistanê û derveyî welêt jî helwestên mîna vê hebin, da ku fişarê li hêzên siyasî bikin da ku şaşîtiyên dîrokî nekin û bi erkên xwe yên di vê qonaxê de rabin."

Tehlûke ji bo Kurdan hemûyan e

Evîn Siwêd dibêje, herçî tehlûkeyên heyî ne li dijî Kurdan hemûyan: "Dema em li ser xeteran dinihêrin, ew gefan li tevahiya şêniyên Kurdistanê dixwin, yanî em behsa Başûrê Kurdistanê dikin. Heke em behsa xetera vê rewşê dikin, xeter ne tenê li ser Başûr heye, lê belê xeter li ser destketiyên Kurdan e. Xetera li dijî aliyekî Kurd di heman demê de xetera li ser Kurdan hemûyan e."

Hevseroka Navenda Lêkolînan û Şêwirên Dîplomatîk Evîn Siwêd, bal bire ser pêwîstiya yekkirina helwêsta Kurd, nexasim li herêmekê ku guhertinên tê de dê çarenûsa wan di serdema bê de diyar bike: "Hemû dizanin ku nexşerêya herêmê li gorî berjewendiyên hêzên hegamon tê guhertin. Li ser vî bingehî hêza gelên vê herêmê dê çawa bandor bikin da ku destketiyên xwe biparêzin. Her wiha gelo yekitiya di navbera gelên herêmê de ya bi pêşengiya Kudan dê çawa were avakirin û ji bo gelên Rojhilata Navîn dê bibe hêvî? Em qala Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê dikin. Rojane gelê Kurd, xwezaya wî û şûnwarên wî hedef tên girtin. Helwêsta Kurdan a li hemberî wan êrişên li dijî her çar parçeyên Kurdistanê yên hêzên leşkerî cihê şanaziyê ye.  Em dikarin rê li pêşiya wan êrişan bigirin, helwêsteke bi bandor di vê komxebatê de nîşan bidin ku hemû helwêstan bike yek, zelaltir bike û mezintir bike.” 

PDK´ê em hişyar bikin

Evîn Siwêd bal bire ser helwêsta PDK´ê jî û got, „Piştî destpêkirina êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê, PDK’ê hêzên xwe yên taybet sewqî Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin. Weke Kurd divê em dengê xwe li hemberî wan siyasetan bilind bikin. Dijmin ne tenê tinekirina Kurdan, lê belê pîlan dike ku Kurd bi Kurd tesfiye bike û destketiyên wan têk bibe. Dibe ev êriş bandoreke yekser li Başûrê Kurdistanê bikin, lê belê bandorê li Rojava, Şengal û Mexmûrê jî dikin."

Divê Kurd bibin serketiyên sedsalê

Evîn Siwêd got, yeknebûna gelê Kurd dê bike ku ew bê ber tehlûkeya qirkirinê: "Ji roja destpêkê ya êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê helwêsta li Rojava ya li dijî van êrişan zelal û yek bû. Da ku em nebin qurbaniyên vê sedsalê, mîna ku hat serê Ermen û Cihûyan di sedsala bihurî de, divê em Kurd pêşengiya jiyana hevbeş a azad li Rojhilata Navîn bikin."

Hevseroka Navenda Lêkolînan û Şêwirên Dîplomatîk Evîn Siwêd bang li partiyên siyasî û gelê Kurd kir ku li hember kesayetên xizmetî dijmin dikin bisekinin û got, "Hin kesayet hene xizmetî dijmin dikin, mîna çawa li Efrîna dagirkirî bûye. Ev kesayet divê dev ji derewan berdin. Divê partiyên siyasî li hember van kesayetan derkevin, ji ber ku nûnertiya berjewendiyên xwe yên şexsî û malbatî dikin."

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.