Li her cihî helwêst 

Duşem 7 Hezîran 2021 - 03:20

  • KCK: Gelê Kurd, hêzên siyasî û saziyên demokratîk, divê li dijî nêzîkatiya PDK'ê ya ku xwe daniye ber dewleta Tirk a dagirker û qirker, li her cihî helwêstê nîşan bide û li dijî dagirkeriyê bi xurtî piştgiriyê bide têkoşîna gerîla. 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê der barê êrişên dewleta Tirk û rewşa PDKʼê ya li cem wê cih digire, daxuyanî da. Hin xalên sereke yên daxuyaniyê weha ne: "Di demekê de ku şerê gerîla yê li dijî dewleta Tirk a dagirker giran bûye û artêşa Tirk xitimiye, PDK'ê li dijî qadên gerîla dest bi êrişeke dorpêçkirinê kiriye. Di encama vê yekê de di navbera hêzên taybet ên PDK'ê û gerîla de şer qewimî. PDK bi vê helwêsta xwe, bi rengekî eşkere li kêleka dewleta Tirk tevlî şer bûye. Ev şirîkatiya şer ku heta niha bi rengekî sergirtî dihate kirin, êdî eşkere bûye. PDK bi vê gavê hewl dide dewleta Tirk a şirîkê xwe, ji têkçûnê rizgar bike. Ji ber vê yekê dor li qadên gerîla digire.

Li cem dewleta Tirk cih girtiye

Niha armanca dewleta Tirk û armanca PDK'ê bûye yek. Şirîkatiya di şer de jî di çarçoveya vê yekbûna armancê de ye. Ev armanc jî ew e ku gerîla li qadên ku 40 sal in lê ye bi şer bêbandor bike û bike ku nikaribe li dijî dewleta Tirk têkoşîna azadiyê bimeşîne. Di navbera êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û dorpêçkirina qadên gerîla ji aliyê PDK'ê ve, ti cudahî nîne. Tenê rolên wan cuda ye. Rola dewleta Tirk çakûç e, ya PDK'ê jî sindan e.

HPG'ê gelek caran bang li PDK'ê kir ku dest ji polîtîkaya dorpêçkirina qadên gerîla berde. Lê belê ji ber ku bi dewleta Tirk re li hev kiriye, dest ji vê polîtîkayê bernedaye. Bi taybetî di kêliya herî krîtîk a şerê navbera gerîla û dewleta Tirk de dest werdide û dewleta Tirk a ku lawaz dibe, hewl dide xurt bike. Bi vî rengî piştgiriyê dide mêtingeriya qirker a dijminê Kurdan ku ev yek wê weke rûreşiyê cihê xwe di dîroka gelê Kurd de bigire. Di demekê de ku PDK'ê dixwest bi me re hevdîtinan bike, pirsgirêkan nîqaş bike û hin hevdîtin hatin kirin, avêtina gaveke bi vî rengî tê wateya xapandin û komploya li dijî tevgera me.

Ne dijberiya Tirkan a PKKʼê dikin

Raya giştî ya Kurd baş zane ku dewleta Tirk demeke dirêj e ji bo dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişan dike. Gerîla jî li dijî van êrişan bi rengekî fedayî, berxwedaneke bêhempa nîşan dide. Duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê, li hin deverên li ser sînor çikiya ye. Gerîla bi rêbaz û taktîkên nû, teknîk û hêza şer a artêşa Tirk pûç kiriye. Tevî ku rastî bi vî rengî ye, PDK radibe vê berxwedanê û dagirkeriya dewleta Tirk mîna hev nîşan dide. Di ser re, ji bo dagirkeriyê tiştekî nabêje, lê gerîla sûcdar dike. Mesrûr Barzanî ku li nava PDK'ê dijberiya xwe ya li PKK'ê her carê tîne ziman, ji bo meclîsa li Hewlêrê helwêstê li dijî dagirkeriyê nîşan bide bang nekir; lê li dijî gerîla bang kir. Bi vê bangê zêhniyeta xwe, polîtîkaya xwe raxist pêş çavan. Eşkere ye ku ev yek ne helwest û polîtîkaya zêhniyeta Kurd e.

Divê Kurd hemû xwedî helwêst bin

Wezîfeya dikeve ser milê rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar, saziyên demokratîk û gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê ew e ku li dijî van êrişên PDK'ê helwêstê nîşan bidin. Bang li gelê Kurd û hêzên siyasî bikin ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk helwêstê nîşan bidin. Ev dem ji bo gelê Kurd demeke dîrokî ye. Li dijî dewleta Tirk a mêtinger qirker ku serkêşiyê ji dijminatiya li Kurdan re dike, eger helwêst bê nîşandan û têkoşîn bê meşandin wê paşeroja gelê Kurd li 4 parçeyan ronî û azad be. Eger li dijî vê êrişkariya qirker helwesteke hevpar neyê nîşandan û têkoşîn neyê meşandin, 4 parçeyên Kurdistanê wê bikevin nava xeteriyên mezin. Divê her Kurd vê metirsiyê bibîne û bi berpirsyariyeke dîrokî tevbigere.

Gelê Kurd, hêzên siyasî û saziyên demokratîk, divê li dijî nêzîkatiya PDK'ê ya ku xwe dide ber dewleta Tirk a dagirker û qirker, li her cihî helwestê nîşan bide û li dijî dagirkeriyê bi xurtî piştgiriyê bide têkoşîna gerîla. Jin û ciwanên Kurd li her derê li dijî hêzên mêtinger qirker ên dijminê Kurdan, li refên herî pêş ên têkoşînê cih bigirin, civakê bixin nava liv û tevgerê û bi rola xwe ya dîrokî rabin.

Bi hev re êrişî Mexmûrê kirin

Roja ku PDK'ê bi piştgiriya balafirên şer ên Tirk dest bi dorpêçkirina qadên gerîla kir, dewleta Tirk jî bi balafirên bêmirov ên biçek bombe li Mexmûrê barand. Ev yek encama polîtîkaya hevpar a dewleta Tirk û PDK'ê ye ku li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dimeşîne. PDK jixwe 2 sal in dorpêç kiriye, balafirên şer ên Tirk jî bombeyan li kampa dorpêçkirî dibarîne. PDK jî li vir bi dorpêçkirinê bi rola sindan radibe. Eger kampeke penaberan siyasî bê dorpêçkirin, wê dewleta Tirk jî xwe dispêre vê yekê û bi vê rewatî û piştgiriyê van êrişan bike."

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.