Li Hemdaniye 14 kes hatin binçavkirin
În 29 Îlon 2023 - 00:45
Şeva 26’ê Îlonê li navçeya Hemdaniye ya ser bi parêzgeha Musilê li salonek dawetê de şewat derket. Di encama şewatê de 115 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 200 kes jî birîndar bûn. Wezîrê Karên Hundir yê Iraqê Ebdul Emîr Şemerî di daxuyaniyekê de ragihand, li ser fermana serokwezîr komîsyoneke lêkolînê hatiye avakirin. Ew ê ev komîsyon sedemên bûyerê lêkolîn bike û kesên bûne sedema felaketê werin girtin.
Şemerî diyarkir ku heta niha ji ber bûyerê 14 gumanbar hatine binçavkirin, ji vana 10 karkerên salonê ne û xwediyê salonê jî di nav kesên hatî binçavkirin de ye. Her wiha Şemerî eşkere kir wê dinava 72 saetan de encama lêkolînê ji raya giştî re were eşkerekirin.
Herwiha Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ji bo serdana cihê bûyera şewatê ya Hemdaniye bike, gihişt Musilê.
NAVENDA NÛÇEYAN