Li hember bombardumanê bêdeng in

Duşem 25 Çile 2021 - 02:46

Li herêma Balekayetî di êrişa balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de zêdetirî 370 bizin û mihên malbatekê telef bûn. Xelkê herêmê diyarkir ku êriş piştî ku Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê, li Hewlêrê hate pêşwazîkirin, pêk hat.

22’ê Çileyê 2021’an balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker gundên Alane, Gundejor û Azadî yên ser bi Herêma Balekayetî ya ser bi Çoman a ser bi Hewlêrê, bombebaran kirin. Balafiran rasterast cihwarên welatiyan kir armanc, di encama êrişê de zêdetirî 370 bizin û mihên malbatekê telef bûn.

Xwediyê lawirên telefbûyîn, Ferheng Mehmud der barê êrişî de axivî û got: “Gova pez bi temamî xira bûye. Mala me jî tenê 200 metre ji gova pez dûr e.”

Ferheng Mehmud destnîşan kir ku ti baregehek gerîlayên PKK’ê li nêzî wan nîne û çûnûhatina gerîlayan li wir nîne û got: “Li nêzî cihê hatî bombebaran kirin, baregehek mezin ya hêzên pêşmerge heye. Divê tazmînata ziyanê were dayîn û hemberî êrişê hikumet jî xwedî helwest be.”

Welatiyê bi navê Elî Mistefa yê xelkê gundê Azadî jî axivî û got; “Piştî ku Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê serdana Herêma Kurdistanê kir, balafirên dewleta Tirk a dagirker vê derê bombebaran kirine. Ev der cihek geştiyariye û gelek cihên din jî hatine bombebarankirin. Heya niha di encama êrişên berê de gelek welatî şehîd bûne. Lê hemberî vê heya niha ti helwestek hikumetê çênebûye.”

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.