Li hember asîmîlasyonê berxwedana çandî

Nûçeyên Çand/Huner

În 3 Çile 2025 - 01:45

  • Kampa Govendên Kurdistanê ku her sal li Ewrûpa tê lidarxistin li hember asîmîlasyona çanda Kurdî roleke sereke dilîze û çanda Kurdî fêrî nifşên û dike. Kampa govendê tene dersan nade her wiha ew di warê çandî û hunerî de jî hişmendiyekê ava dike û dike ku di vî warî de hevkariyek ava bibe.

ARAT ARARAT / BIELEFELD

Kurdên ku li Ewrûpa dijîn di warê çand û hunerê de gelek xebatên girîng dibin serî. Yek ji van xebatên girîng jî Kampa Dansên Kurdistanê ye ku îsal cara 36’an li Bîlefeld a Elmanyayê hate lidarxistin. Kapm di navbera salên 1997 û 2002’an salê du caran dihate lidarxistin û piştî sala 2002’an jî her sal bi awayekî rêkûpêk hate lidarxistin. Di kampa ku îsal li Bîelefeld’ê hate lidarxistin de 122 şagirt û 24 jî mamoste hazir bûn. Kampa îsal diyariyê Şehît Şoreş Semsûr (Devrim Çoban) hate kirin ku ew yek ji endamên Kevana Zêrîn bû.

Berpirsyar û organîzatorê kampê Mustafa Şahîn da zanîn ku ji Elmanya, Hollanda, Fransa, Awistirya, Swîsre û gelek welatên din ên Ewrûpa 49 şagirt cara ewiletevlî kampê bûne û got; “Ji bo îsal me 4 pol vekirin. Di pola yekem de 49, di pola duyem de 25, di pola sêyem de 20 û di pola çarem de jî 7 şagirt cihê xwe girtin. Di kampa îsal de ji herêmên Agirî, Amed, Botan, Colemêrg, Gimgim, Îdir, Qerejdax, Qoçgirî û Riha nimûneyên lîstik û govendan hatin nîşandan. Wekî din dersên me yên rîtmê û êvaran jî semîner hebûn di çarçoveya kampê de.”

Li gor pisporiyê ders tên dayîn

Kamp her sal perwerdekaran digihîne û piştî perwerdeyê ev perwerdekar mezûn dibin. Li ser vê yekê jî Mustafa Şahîn got; “Di kampê de li gor pisporiyê di warê dengbêjî, lêkolîn, pedagoji, teknîkên govendên gelerî, rîtm û endamtiya jûriyê her sal ders tên dayîn. 7 hevalên ku mezûn bûne xebatên bi vî rengî birine serî; psîkolojiya rengan, Eîlf Ana, Kostûmên Semsûrê, Qirkirina Zîlanê, Muzîka Kurdî û asîmîlasyon, Şakiro û Çanda Efrînê.”

Sertîfîka hatin belavkirin

Mustafa Şahîn di derbarê rûtîna kampê ya rojane de jî van agahiyan da; “Serê sibehê werzîş û taştê hebû. Piştî wê ders dest pê dikirin. Her dersek 45 deqîqe diajot. Her wiha dersên zanist, huner û cilûbergan jî hebûn. Êvaran jî semîner hebûn. Di şeva dawî ya kampê de jî ‘Şeva Moralê’ hate lidarxistin û kampa me ya ku 9 rojan dewam kir bi dawî bû. Koma Amed derket ser dikê û stranên xwe pêşkeşî me kirin. Di dawiya şeve de jî sertîfîka li şagirtan hatin belavkirin.”

Ne li Kurdistanê lê li vir fêr bûm

Ahmet Cangezer ku ji Amedê ji ber pirsgirêkên siyasî dev ji zanîngehê berdaye û koçî Hollandayê kiriye da zanîn ku ew cara ewile tevlî kampê dibe û got; “Her çend ez di pola yekem de bim jî pirr kêfxweş bûm. Ji hêrêmên Amed, Botan, Qerejdax û Îdirê gelek tişt fêr bûm. Weke cilûberg, rîtm, çand û ehlaq. Bernameyeke tije bû lê me gelek jê sûd wergirt. Hin tiştên ku ez li Kurdistanê fêr nebûm bi saya vê kampê fêr bûm. Li gel govend û lîstikên gelerî em hay ji serpêhatiyên van govendan jî çêbûn. Govendên herêma xwe jî dîsa bi xêra vê kampê fêr bûm. Bi xebatên bi vî rengî em polîtîkayên asîmîlasyonê jî vala derdixin. Pêdivî bi xebat û saziyên bi vî rengî heye da ku ciwan asîmle nebin û xwe bibînin.”

Gelemşeya medyaya civakî

Mîro jî ji Hamburgê tevlî kampê bûye. Ew di heman demê de perwerdekar e û cara 5’an e tevlî kampê dibe. Mîro jî balê bire ser rol û mîsyona kampê ya li hember asîmîlasyona çandî û got; “Medyaya civakî çanda kurdî bi awayekî şaş fêrî ciwanan dike. Ev kamp nexasim ji bo ciwanên Kurd ên li Ewrûpa derfeteke baş e. Ciwan bi xebatên wiha xwe ji asîmlebûnê dikarin xelas bikin. Eleqeya ji kampa govendê re her sal mezintir û geştir dibe. Ev jî me kêfxweş dike.”

Tesîra kampê û nasîna çanda qedîm

Aysel Karaman jî ji Frankfurtê tevlî kampê bûye û bi saya van kampan hay ji çanda xwe çêbûye. Wê jî di derbarê rola kampê de got; “Beriya sê salan li ser daxwaza hevalekî ez tevlî kampê bûm. Ji roja ewil de ez di bin tesîra kampê de mam. Min nezanîbû ku em xwediyê çandeke ewqasî qedîm in. Li gel govendên gelerî her wiha me maneya cilûbergan û rîtm jî dîtin. Bi saya kampan ez li hember asîmîlasyonê li ber xwe didim. Ez li Zanîngeheke Maînz’ê govendên Kurdistanê fêrî ciwanan dikim, ciwanên ji neteweyên din jî hene din ava me de. Ez ê sala were jî tevlî kampê bibim û dibêjim bila ciwan jî ji vê kampê bêpar nemînin û tevlî bibin.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.