Malbenda Çandê ya Helebê li ser gelek projeyên bi armanca bilindkirina asta zanebûn û fikrê li gel zarokan dixebite. Projeya herî dawî jî pêşkêşkirina filmên karton eji bo ku fikrên êrênî û avaker bigihîne zarokan.
Ji rêzeçalakiyên bi armanca zanekirina civakê, nexasim zarokan, Malbenda Çandê ya Helebê li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê înîsiyatîfek da destpêkirin. Armanca wê jî fikrên erênî bigihînin zarokan, mîna nebaşiya derewan û bandorên wê li ser malbatê û teşwîqkirina rastgotinê.
Malbendê bi nîşandana filmên karton ên bi naverokên guncaw û bi Kurdî ji zarokên Helebê re dît ku ev pêngaveke baş e ji bo îsbatkirina fikrên qenc ji zarokan re.
Filma ku hatiye nîşandan "Pînokiyo" bû, ew lîstokeke textî ye ku bi destê hûriyeke şîn jan pê tê, jê re dibêje, dibe ku ew bibe mirovekî ji goşt û hestî, heke ew bawer bike ku Pînokiyo, rastgo û neezezî ye. Bi wê yekê rêwîtiya lîstokê dest pê dike û dibe xortekî bi rastî.
Fêrî rastgoyî û dilnizmiyê bûm
Li ser mijarê, Neîme Îbrahîm a 12 salî dibêje, ew fêrî rastgoyî û dilnizmiyê bûye, û derew û durûtî jî weke taybetmendiyên kesayetên nebaş dibîne. Neîme Îbrahîm kêfxweşiya xwe ji filmê re anî ziman ku bi zimanê dayika wê yanî bi Kurdî bû û hêvî kir ku mîna van filman, hin ilmên din jî werin nîşandan.
Hevseroka Malbenda Çandê ya Helebê Leyla Xalid destnîşan kir ku armanca sereke ya vê înîsiyatîfê dagirtina valahiya li gel zarokan di havînê de bi tiştên erênî ye û got, "Gelek pêşniyaz ji me re hatin, lê me perwerdeya zarokan bi rêbazên baş bi rêya filmên kartonî hilbijart."
ANHA/HALEB