Li Heleb û Idlîbê dijî dewleta Tirk çalakî

Çarşem 4 Îlon 2024 - 00:59

Li bajarê Kefer Texarîm ê Idlibê bi dehan kes li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker xwepêşandan li dar xist. Xwepêşandêran xwest girtî werin berdan û pergala ewlehiyê ya dagirkeran were hilweşandin.

Li kampa Etmê ya Idlibê û gundê Sehara yên Helebê jî xwepêşandan hatin lidarxistin û heman bangewazî hatin kirin.

Ev pêlek e li herêmên di bin dagirkeriya Tirk de li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê çalakî têne kirin. Di çalakiyan de alayên Tirk têne şewitandin û tê xwestin ku dewleta Tirk ji herêmên dagirkerirî derkeve.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.