• HPG'ê da zanîn ku li Heftenînê di çalakiyeke sekvaniyê de leşkerekî dagirker hatiye 'cezakirin'.

HPG'ê da zanîn ku li Heftenînê di çalakiyeke sekvaniyê de leşkerekî dagirker hatiye 'cezakirin'. Di şerê li Colemêrgê de jî 4 gerîlla şehîd bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê:
"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de hêzên gerîlla 12'ê Îlonê li qada Bektoryayê li dijî artêşa Tirk a dagirker a li ser girê Şehîd Sîpan çalakiyeke sekvaniyê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate cezakirin.
9'ê Îlonê, artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer û helîkopterên êrişê bombe li qada Îsmaîl Axa ya herêma çiyayê Sumbulê ya Colemêrgê barandin. Piştre jî bi helîkopterên tîpa Skorsky leşker li herêmê danî û ket nava tevgerê. Di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimî. Artêşa Tirk a dagirker ku derbên giran xwar, bi helîkopterên tîpa Kobra bombe li herêmê barand. Hevrêyên me Çekdar, Dilovan, Ronahî û Dersim ku di dema şer û êrişên hewayî de li dijî artêşa Tirk a dagirker bi lehengî şer kirin û derbên giran li dijmin xistin, şehîd bûn. Agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wê bi raya giştî re bên parvekirin.

ANF/BEHDÎNAN