HPG’ê ragihand ku li herêma Heftenînê di çalakiyekê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand û got, “Hêzên me 20’ê Nîsana 2021’ê li qada Xantûrê ya herêma Heftenînê, li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Berxwedan çalakiyeke xurt kir. Di vê çalakiyê de çekek A-4 a li kozikê hate îmhakirin û 2 dagirker hatin cezakirin. Her wiha kamerayeke mobese ya li ser gir ji aliyê hêzên me ve hate îmhakirin.
Dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên hewayî kir. Agahiyên berfireh ên li ser êrişên hewayî wiha ne:''15’ê Nîsanê saet di 18:10’an de balafirên şer bombe li qada Kêste ya herêma Metînayê barandin.
16’ê Nîsanê saet di navbear 14:30-15:00'an de balafirên şer derdora Gundê Mînberê yê li qada Deşta Nehlê ya herêma Garê bombe kirin.
19’ê Nîsanê saet di 15:00 de balafirên şer qada Saca û saet di 15:10’an de jî qadên Çemço û Sîda yên Zapê bombe kirin.
Ji ber van êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker, ti windahiyên hêzên me çênebûn.”
BEHDÎNAN