HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku gerîlayên wan li Xantûrê li dagirkeran xistiye û herî kêm 2 leşkerên Tirk ên dagirker kuştine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyanî da. Daxuyanî wiha ye:
“Hêzên me 20’ê Adara 2021’ê li qada Xantûrê ya herêma Heftenînê li dijî dagirkerên li ser Girê Sûîqastê çalakiyeke serketî kir. Bi rêbaza sabotajê li dijî komek dagirker çalakiyek hate lidarxistin. Piştî vê çalakiyê 2 dagirker hatin cezakirin û gelek birîndar bûn.”
HPGê wekî din gerîla Serhat Siyajin (Ahmet Acar) ê ku 15’ê Tîrmeha 2020’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama qezayekê de şehîd bû, bi bîr anî.
HPG’ê got, Serhat Siyajin sala 2012’an tevlî nava refên PKK’ê bûye, “di meşa gerîla de timî bi pêş ve çû, ji bo dawîanîna li dagirkeriya dewleta Tirk û şikandina siyaseta qirkirinê, bi rengekî awarte têkoşiya û kedeke mezin da. Li gelek herêmên cuda gelek wezîfe bi cih anîn û mîna polayê li nava êgir tê xurtikrin, bi ruhê fedayî yê Apoyî zor û zehmetî veguherandin serketinê. Wezîfe û berpirsyariyên xwe bi sekna fedayî ya Apoyî bi cih anî.
Berxwedana şehîdên me yên leheng ku bi ked û ruhê fedayî yê bê dawî meşandin û radestî me kirin, em soz didin ku em ê bi serketinê tacîdar bikin û di serî de malbata hêja ya hevrêyê me yê şehîd, sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”
Serhat Siyajin (Ahmet Acar) li Agirî ji dayik bûye û 15’ê Tîrmeha 2020’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama qezayekê de şehîd bû.
NAVENDA NÛÇEYAN