HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku li qada Xantûrê ya Heftanînê bi çalakiyeke taybet 6 dagirker hatine kuştin ku yek ji wan fermandar e. HPG'ê her wiha li dijî şerê psîkolojîk ê dewleta Tirk a dagirker bang li Kurdistaniyan kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de 1'ê Mijdarê li qada Xantûrê ya herêma Heftanînê li dijî dagirkerên li ser Girê Xaçê bi çekeke taybet çalakî kirin. Dema ku 5 leşkerên dagirker li dora kepçeyekê civiyabûn çalakî hate kirin. Di vê çalakiyê de kepçe bi temamî îmha bû, operatorê kepçeyê û fermandarê li gir jî di nav de 6 dagirker hatin cezakirin.
Bi dijmin nexapin
Dewleta Tirk a faşîst ku sûd ji mirovahiyê negirtiye û bi her rêbazên bêexlaq radibe, ji bo malbatên me yên hêja yên welatparêz biêşîne, perîşan bike û îradeya wan bişikîne, bi derewan dibêje ku zarokên wan şehîd bûne. Di vê çarçoveyê de beriya niha bi demekê ji malbata hevrêya me Şîlan Polat a Colemêrgî re ragihandin ku keça wan şehîd bûye. Lê belê ev îdîaya dewleta Tirk a mêtinger rast nîne. Hevrêya me Şîlan Polat sax e û li ser wezîfeya xwe ye.
Em bang li malbatên xwe yên welatparêz dikin ku hay ji nûçeyên şerê psîkolojîk ê dijmin û derewên wan hebe û pê nexapin."
ANF/BEHDÎNAN