- Bermahiyên di pramîdên li Guatemala de hatine dîtin, salnameya qewmê Maya yê ku beriya mîladê hatibû çêkirin, derxist holê.
Bermahiyên di pramîdên li Guatemala de hatine dîtin, salnameya qewmê Maya yê ku beriya mîladê hatibû çêkirin, derxist holê. Resmên ku li ser dîwaran hatine xêzkirin, di heman demê de çanda kevnar a qewmê Mayayan jî nîşan dide.
Salnameya hatiye dîtin “7 Rojên Gakuvî” nîşan dide. Ev heft roj, weke salnameya pêşî ya ku Mayayan bi kar anîbû jî tê zanîn. Li ser resmên ku di pramîda bi navê “Las Pinturas” de hatine dîtin, reqama 7 û serê gakuvîyekî heye.
Salnameya Mayayan li gorî çavdêriyên roj, heyv û gerstêrkê hatibû hazirkirin û tevgerên wan hatibûn qeydkirin. Ev salneme ji 260 rojan pêk dihat. Qewmê Maya bêyî hin alav û tekeran pîramîd, xan û malên ji bo çavdêriyan ava kiribûn. Lê belê ev salname, yanî teqwîma Mayayan, weke serketina herî mezin a şaristaniya Mayayan tê dîtin.
GUATEMALA