Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy, têkildarî polîtîkayên Serokê nû yê DYE’yê Jeo Biden ku dest bi kar bike, diyar kir ku dê polîtîkayên DYE ji bo Rojava, Başûr û Bakur cuda bin û wiha got: ”DYE dê li Rojava û Başûr têkiliyên xwe xurt bike, dê li Bakur jî piştgiriyê bide polîtîkayên Tirkiyeyê yên mîlîtarist.”
Ozsoy, anî ziman ku tê payîn çawa Biden bê ser kar dê statukoya DYE ku di serdema Trump de zerar dîtiye ji nûve rast bike û piştre jî dê giraniyê bide ser polîtîkayên DYE’yê û got: ”Bi taybetî Biden dê kesên wekî McGurk, Amanda Sloat ên di serdema Trump de ji kar hatin avêtin bide xebitandin û hevsengiyek nû ava bike. Bîden dê li dijî Trump ku li dervê karê NATO û serokên YE’ê tevdigeriya gavan bavêje. Dê Biden bêtir nêzî Ewropa bibe. Biden hem dê di aliyê aborî de û hem jî dê di aliyê ewlehiyê de bêtir têkiliyên DYE û YE’yê nêzîkî hev bike. Piştî YE, DYE û NATO di têkiliyan de nêzî hev bibin, dê Erdogan êdî nikaribe wekî berê DYE li dijî YE’yê bikar bîne. Nakokiyên di nava DYE, YE û NATO de dê kêm bibin. Ji ber vê yekê dê siyaseta Erdogan a li dijî wan jî bi dawî bibe.”
Ozsoy, li ser nêzîkatiya DYE ya li hemberî Kurdan a piştî hatina Bîden jî nirxand û got: ”Cemawera Kurd hatina Biden pir mezin dike. Bîden 40-45 salin li DYE serdest e. Wekî ku Trump çû û Biden hat dê gelek tişt bên guhertin tê şirovekirin. Lê pir tişt nayên guhertin. Bîden 40-45 salin di siyaseta DYE de bi bandor e.
MA/ENQERE