Li girtîgehê Kurd û Kurdistan qedexe ye

Sêşem 2 Kanûn 2025 - 03:30

Huseyîn Bag ku li Girtîgeha Sûlûca ya Edeneyê tê ragirtin da zanîn ku li girtîgehê gelek mafên wan tên binpêkirin û diyar kir ku pirtûkên ku navên Kurd û Kurdistanê tê de derbas dibin nadin wan.

Li girtîgehên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê zext û binpêkirinên mafan berdewam dikin û her ku diçe zêdetir dibin. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’ê ya Sûlûca ya Edeneyê ye. Girtî Huseyîn Bag ku 10 sal in girtî ye û niha di Girtîgeha Sûlûcayê de tê ragirtin, roja Şemiyê bi telefonê bi malbata xwe re axivî, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin.

Girtî Huseyîn Bag destnîşan kir ku odeyên wan û girtiyên din li heman korîdoran in û wiha got “Em li avahiyeke sê qat dimînin, qatekê em lê dimînin, qatekê DAIŞî dimînin, di qata biniya wan de jî FETO’yî dimînin. Hemû korîdorên me wisa lê kirine. An ku me li gel DAIŞ’iyan, edliyan, FETO’yiyan bi cih dikin. Nahêlin odeyên me li gel hev bin. Dema em sedemê wê dipirsin jî ji me re dibêjin ‘polîtîkaya me ya girtîgehê wiha ye. Hûn werin gel hevdû hûn ê çalakiyan bikin.’ Van tiştan weke hincet nîşan didin.”

Huseyîn Bag da zanîn ku pirtûkên ku navên Kurd û Kurdistanê tê de derbas dibin nadin wan û wiha domand “Gelek girtîgehan van pirtûkan didin lê li vê girtîgehê nadin. Gelek qedexe hene. Pirtûk jî ne qedexe ne, ne jî biryara komkirina wan heye. Lê dema peyva Kurd, Kurdistan derbas dibe yan jî hinek polîtîk be qedexe dikin. Rojnameya Yenî Yaşamê jî nadin me. Wê jî bi hinceta ku rojname girêdayî Saziya Îlanê ya Çapemeniyê nîne nadin.”

Huseyîn Bag diyar kir ku li odeya lê dimîni kamera bi cih kirine û wiha pê de çû “Ji ber kamera li odeya me dinêre me pêşiya wê girt. Bi hinceta ku me zirar daye kamerayê derbarê me hemûyan de çar caran cezayê ragihandinê birîn. Mînak nêzî çar mehan cezayê ku bi telefonê neaxivin û nikarin nameyan bişînin dane min. Hêj jî kamera li odeyê ye. Li her derê dibîne. Ji ber vê yekê em werzîşê jî nakin. Cezayên cûr bi cûr ên dîsiplînê li gelek hevalan birîn. Wekî din carna jî dema diçin nexweşxaneyê dema pêkanîna ‘lêgerîna nava dev’ qebûl nakin jî nabin nexweşxaneyê û cezayê dîsiplînê tê dayîn. Dema dibin jî mûayeneya bi kelemçe li me tê ferzkirin.”

Huseyîn Bag da zanîn ku li hemberî van pêkanînên girtîgehê serî li gelek saziyan dane.

AW/AMED/FEXREDÎN KILIÇ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.