Li girtîgehan zextan zêde dikin
Şemî 22 Sibat 2025 - 03:05
Girtiyê bi navê Bager Sayak diyar kir ku bi awayekî sîstematîk lêpirsînên dîsîplînê yên keyfî li ser wan hatine vekirin û got: “Zext û binpêkirin zêde ne. Tu daxwazên me pêk nayên."
Li aliyê din gengeşeyên li ser çareseriya pirsgirêka kurd didomin, li aliyê din zext û binpêkirinên mafê jiyanê yên li ser civakê û girtîgehan hema bêje gihîştiye lûtkeyê. Bager Sayak ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Sîncanê ya Enqereyê girtî ye, bi rêya telefonê tiştên li girtîgehê diqewimin ragihand malbatê.
Bager Sayak anî ziman ku bi awayekî sîstematîk lêpirsînên dîsîplînê yên keyfî li ser wan hatine vekirin û got: “Zext û binpêkirin zêde ne. Tu daxwazên me pêk nayên. Çalakiyên me yên civakî nînin. Em di bin dorpêçeke giran de ne. Li aliyekî behsa aştiyê dikin, li aliyê din jî zextên li girtîgehan zêde dikin. Paceyên me bi hesinan hatine girtin. Mîna ku me xistine qefesê. Nêzî 24 saetan em di hucreyan de tên girtin. Tecrîdeke mutleq heye."
Bager Sayak ku got "Em li dijî vê zilmê li ber xwe didin" banga hestiyariyê kir.
Bager Sayak wiha got: "Li aliyekî behsa aştiyê dikin, li aliyê din zextên li girtîgehan zêde dikin."
MA/ENQERE