Li girtîgehan rewşeke awarte heye

În 26 Tîrmeh 2024 - 00:41

Endama OHD’ê Parêzer Fatma Demîrer bal bire ser zext û zordariyên li ser girtiyan ên li girtîgeha Tîpa F’ya bi Hijmara 2’yan a Kiriklarê, diyar kir ev zext û zordarî bi fermana wezareta Tirk pêk tên, ti têkiliya van zext û zordariyan bi hiqûqê re nîne, bi temamî kêfî ne û xwest ku dawî li van kirnan were. 

Li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kiriklarê ya li navçeya Bûca ya Îzmîrê zextên li ser girtiyan didomin. Zextên beriya 3 mehan bi guherîn midûrê girtîgehê re zêdetir bûn. Ji bilî sewqkirina gelek girtiyan a girtîgehên cuda, tiştên girtiyan tên desteserkirin. Endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî zextên li girtîgehê bi muwekîlên xwe yên girtî re hevdîtin kirin. 

 Bi talîmata wezaretê zextê têne kirin

Yek ji girtiyê ku parêzeran pê re hevdîtin kirin, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Îzmîrê Vedat Çinat Altan da zanîn ku daxwaza wî ya guhertina qawişê nehatiye qebûlkirin. Daxwaza Altan bi hinceta ku Hidir Alî Kiliç û Bîrkan Polat ên dixwaze biçe cem wan bi sûcdariya “rêxistineke” din tên darizandin hatiye redkirin. Lê diyra bû  girtiyê din ê li odeya Kiliç û Polat jî ji ber dozeke cuda tê darizandin. Hate ragihandin ku ji bo girtî vê rewşê protesto bikin bi navber çalakiya derî lêxistinê kirine û li ser vê yekê cezayê şermezarkirinê wergirtine. Hate parvekirin ku îdareya girtîgehê di çarçoveya talîmatên wezaretê tevdigere. 

Rewşeke awarte heye 

Di serê binpêkirinên li girtîgehan sewq tên. Ewilî ji Zekî Bayhan re gotin dê bibin Antalyayê. Lê Bayhan di 9’ê tîrmehê de sewqî Girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê hate kirin. Mehmet Salîh Atli hefteyekê beriya Bayhan bêyî ku firsendê bidinê tiştên xwe amade bike sewqî girtîgeheke din hate kirin. Hatîp Aşan tevî temenê xwe yê pêşketî û nexweşiyên xwe sewqî Samsûnê kirin. Aşan li girtîgeha ku şandinê tehde lê hate kirin. Îdareya Girtîgeha Hejmara 2’yan a Kiriklarê têkildarî sewqan ji parêzeran re got ku “Rewşeke awarte heye”. Her wiha hate gotin ku sewq bi fermana wezaretê hatine kirin.  

Provakasyonan dikin

Yek ji parêzerên OHD’ê Fatma Demîrer, da zanîn ku ji bilî sewqan parastinên girtiyan, nîşeyên şexsî û pirtûkên wan hatine desteserkirin û anî ziman ku ev rewş li dijî hiqûqê ye. Demîrer got,’’Îdareya girtîgehê lêgerînan bi gardiyanên ku dixwazin provokasyonê derxînin re dike. Gotinên muwekîlan jî di vê çarçoveyê de ne lê rewş nayê guhertin.”

Divê dawî li kêfiyetê were 

Demîrer herî dawî got,“Ev rewş nîşan dide ku di demên dawî de li girtîgehan rewşeke awarte heye. Sewqkirina 30 girtiyan a bêyî daxwaza wan a ji ber sedemên awarte dijhiqûqî ye. Divê îdare dest ji van pêkanînên keyfî û dijhiqûqî berde.”

MA/IZMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.