Li girtîgehan Kurdî tê qedexekirin

Şemî 24 Tebax 2024 - 00:21

Bavê Nîhat Îşnaz ê girtî, Muzaffer Îşnaz diyar kir Temûzê dema ku wî li Girtîgeha Tîpa L’yê ya Erzîncanê serdana kurê xwe kiriye, di hevdîtina ribirû de qerdiyanan li wan ferz kirine ku bi Tirkî biaxivin, dema ku kurê wî ev qebûl nekiriye mehek cezayê hevdnedîtinê dane kurê wî.

Li girtîgehan zext û zordariyên li ser girtiyên siyasî yên Kurd zêde dibin, xasma jî li Girtîgeha Tîpa L’yê ya Erzîncanê. Hate gotin li girtîgeha navborî zext li ser malbatan tê kirin ku di hevdîtinên rûbirû de bi Tirkî biaxivin.

Nîhat Îşnaz ê  ku ji 2015’an ve girtî ye, dema ku malbat çûye serdana wî li malbatê ferz kirine ku bi Îşnaz ê girtî re bi Tirkî biaxive, li ser vê yekê girtiyan jî helwest nîşan dane. Bav Muzaffer Îşnaz got dema hevdîtinê rûbirû qerdiyanên girtîgehê li wan ferz kirine ku bi Kurdî biaxivin.

Nikarin zarên xwe bibînin

Bav Îşnaz destnîşan kir kurê wî nexweş e lê tedawiya wî nayê kirin, dewleta Tirk girtiyên nexweş bi hêviya mirinê ve dihêle. Îşnaz her wiha destnîşan kir ji ber ku derfetên wan ên madî kêm in nikare biçe kurê xwe bibîne û got; “Çima girtiyan dibin bajarên ji malbatên wan dûr? Heke li vir bûya qet nebûya em da bi awayekî rehet biçin hevdîtina wî. Sirgunkirina zarokên me ya ji bajarên dûr re zilm û heqaret e. Armanca wan ew e ku malbatan û girtiyan ji hev cuda bikin lê vê yekê nikarin pêk bînin.”

Kurdî qedexe dikin

Îşnaz anî zimên meha Temûzê dema ku serdana kurê xwe kiriye li wan ferz kirine ku bi Kurdî biaxivin û got, “Em li eywana hevdîtinê bi Kurdî diaxivîn. Qerdiyanan jî bi gotina ‘bi Tirkî biaxivin’ hişyar kirin. Min jî li dijî vê yekê got ez Tirkî nizanim. Pişt re di navbera kurê min û gardiyanan de nîqaş derket. Dema ez roja duşemê bi telefonê bi kurê xwe re axivîm, hînbûm ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve mehek qedexeya hevdîtinê hatiye dayîn.’’

Divê tecrîd rabe

Îşnaz bi domdarî diyar kir ji bo pirsgirêkên li girtîgehan bi dawî bibin çare ew e ku tecrîd rabe û got, “Li girtiyên ku cezayê li wan hatiye birîn xelas kirine ‘poşmantî’ tê ferzkirin. Ji bo ku qebûl nekirin bi awayekî neheq û bêhiqûqî înfaza wan tê şewitandin. Bi vê yekê hewl didin serî bidin tewandin. Lê girtiyên me dê serî netewînin. Ev girtî ne ji bo xwe ji bo vî gelî di girtîgehan de ne. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka malbatên girtiyan e. Divê herkes vê pirsgirêkê weke pirsgirêka xwe bibîne. Divê gel xwedî li girtiyên nexweş, girtiyên ku berdana wan tê taloqkirin derkeve. Ji bo ku ev pirsgirêk were çareserkirin û edalet pêk were divê polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibin.”

MA/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.