Li girtîgehan Kurdî jî girtî ye!

Pêncşem 22 Sibat 2024 - 00:57

Çavnebariya dewleta Tirk a li bara Kurdî sînorên hundir û derve nas nake. Êrîş, qedexe, asîmîlasyona li ser Kurdî li zindanan jî tê domandin.

Têhna dewleta Tirk bi girtina fizîkî ya Kurdan naşike, li girtîgehan her wiha dixwaze hebûna Kurdan a zimanî jî li girtîgehan bigire, ango ne tenê Kurdan dixwaze zimanê wan jî ceza bike, nehêle ku dengê Kurdî ji gewriya Kurdan derkeve, ew di ‘’hundir’’ê mirov de girtî bimîne, asê bimîne.

Dest li ser nameyê Kurdî danîn

Mînaka vê çavnebariyê herî dawî li Girtîgeha Afyonkarahîsarê ya Tîpa T’yê rû da. Girtî Celal Înedî diyar kir Rêveberiya Girtîgehê zextên li ser wan zêde kirine û got,’’Ji ber ku me stranên Kurdî guhdarî dikir, mudaxele li radyoya me kirin û nameyên Kurdî jî dest li ser wan danîn.’’

Li stranên Kurdî guhdarî nekin

 Înedî yê ku li Girtîgeha Afyonkarahîsarê rehîn e dibêje êrîşên li ser wan pirhêlî ne, tecrîda li ser wan tê girankirin û armanc ji van êrîşan şikandina vîna wan e. Înedî bi berdewamî bal bire çavnebariya li ser Kurdî, anî zimên bi sedema ku li stranên Kurdî guhdarî kirine Rêveberiya Girtîgehê gef li wan xwariye, dest li ser nameyên wan ên bi Kurdî danîne. Li gorî nûçeya MA’yê Înedî vê agahiyê dide: “Çend roj beriya niha radyoyeke me hebû. Rêveberiya girtîgehê got, ‘we stranên Kurdî guhdar kirine stranên kurdî venekin’ pişt re mudaxileyî radyoya me kirin. Li ser vê me gilî kir û daxwazname şand. Ev êriş li ser zimanê me ye.  Ji me re bi aşkereyî dibêjin, ‘stranên Kurrdî û nûçeyê Kurdî venekin.” 

Înedî bi domdarî têkilî zext û zordariya ku li wan tê kirin got,’’Tecrîdeke giran li ser me heye. Nameyên Kurdî jî nadin me. Nameyên Kurdî yên ku tên nadin û yê ku em jî dişînin nadin.’’

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.