Li girtîgehan jî Kurdî tê qedexekirin

Çarşem 7 Tebax 2024 - 01:55

Bayram Kaymaz ku ev 30 sal in girtî ye, derheqê tehdeya li girtîgehên li girtîgeha Tekîrdagê kir û got,’’Li ser zimanê Kurdî qedexeyeke fiîlî heye. Destûrê nadin ku girtî kovar û pirtûkên ku wan bixwe nivîsandine bixwînin.  Nahêlin ku em bi Kurdî bixwînin.’’

Bayram Kaymaz ê 30 sal in girtiye û li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê dimîne, di 2'yê Tebaxê de bi dayika xwe Medîne Kaymaz (82) re bi telefonê axivî. Kaymaz di axaftina xwe de behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgê kir. Bayram Kaymaz diyar kir ku bi taybetî zextên li ser zimanê Kurdî zêde bûne û li girtiyên bi Kurdî diaxivin cezayên wekî lêpirsîn û qedexeya ragihandinê tên birîn.

Kurdî bi fîlî qedexe ye

Dayika Medîne Kaymazê diyar kir girtiyên li Tekîrdagê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û got: "Li ser zimanê Kurdî bi awayekî fiîlî qedexe heye. Destûr nadin ku girtî kovar û pirtûkên ku bi xwe nivîsandine jî bixwînin. Kurê min got, 'Xwendina me ya pirtûkan jî tê astengkirin.' Nîvê şevê diavêjin ser qawîşan û her derê belawela dikin. Rihetiyê nadin, tim zilmê dikin. Li girtîgehan polîtîkayeke zilmê ya mezin heye." 

Axaftina me hate birîn

 Kaymazê got: "Heta ku mafê me yê telefonê jî astengkirin. Ji ber ku em bi Kurdî axivîn, bêyî 10 deqeyê me temam bibe hevdîtina me hat bidawîkirin. Ji bo telefonê rojeke diyar nîne. Girtî kengî bixwazin dikarin bi malbatên xwe re bigerin. Li girtîgehê der barê girtiyan de ku bi Kurdî diaxivin lêpirsîn tê vekirin. Çawa ku li derve zilm û zordarî li ser zimanê Kurdî û Kurdan heye, li hundir heman tişt heye. Berpirsê van binpêkirinan midûrê girtîgehê ye. Ger tiştek bê serê girtiyan berprisê wê midûrê girtîgehê ye." 

Sedem tecrîda li Imraliyê ye

 Kaymazê da zanîn ku bêhiqûqiya li Girtîgeha Tekîrdagê gihaştiye asteke cidî û got: "Em ji raya giştî hêviya piştgiriyeke zêde dikin. Bi salan e Abdullah Ocalan li giravekê tê girtin. Sedema herî mezin a binpêkirinên li ser zarokên me, tecrîda li Îmraliyê ye. Tevî vê zilm û îşkenceyê jî em li dijî tecrîdê di her şert û mercî de têkoşîna xwe didomînin."

MA/IZMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.