Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê îşkence

În 25 Nîsan 2025 - 02:55

Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê berdana girtiyên ku înfaza wan xelas bûye bi hincetên nediyar tê astengkirin.

Li Girtıgeha Tîpa F a Bolûyê binpêkirina mafên mirovan û îşkenceya li girtiyên siyasî her roj zêde dibin. Girtî bi hincetên ku nayê bîra mirovan têne cezakirin. Girtiyên nexweş jî di nav de berdana 33 girtiyan ji aliyê Desteya Çavdêrî û Rêveberiyê ve bi mehan e tê astengkirin.

Ji Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Bêrîvan Barin ku li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê hevdîtin bi girtiyan re kir, anî ziman ku biryarên ji bo astengkirina berdana girtiyan têne dayin nediyar in.

Bêrîvan Barin anî ziman ku raporên çavdêriyê bi gotinên nediyar û kêfî tijî ne û got, "Bi hinceta 'aîdiyeta rêxistinî' ya girtiyan, yan jî bi gotina 'xwe neguhertine' ceza tê birîn, ev yek jî dibe cezakirina duyemîn. Cudahiyên şexsî yên girtiyan ji nedîtî ve tên, di çarçoveya qalibekî diyarkirî de weke 'helwesta rêxistinî' têne nirxandin. Mînak bikaranîna avê ne bi tasarûfî, hebûna gelek rojnameyan li odeyê, nexwendina pirtûkê yan jî neşopandina bernameyên radyoyê yên diyarkirî di nirxandina 'rewşa baş' de weke rewşeke neyînî têne nirxandin."

Bêrîvan Barin diyar kir ku girtî timî li binpêkirina mafên mirovan ras tên, bi taybetî lêgerîna bi rengekî tazîkirî li girtiyên dixwazin biçin nexweşxaneyê tê ferzkirin.

Parêzer Bêrîvan Barin ji bo pêşniyarên çareseriyê jî got, "Divê desteyên çavdêriyê tavilê bêne rakirin, rejîma muebbetê ya girankirî li gorî pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî bê sererastkirin, nêzîkatiyeke li gorî rûmeta mirovan nîşanî hemû girtiyan bê dayin, mafê tenduristî, ragihandin û hevdîtina bi malbatan re ya girtiyan bê berfirehkirin, civaka sivîl, baro, saziyên mafên mirovan û desteyên şopandinê yên serbixwe karibin bi rêk û pêk biçin girtîgehan."

ANF /STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.