Li girtîgeha Metrîsê barbarî

Pêncşem 25 Tîrmeh 2024 - 01:55

Dewleta Tirk ku li bara Kurdan ti sînoran nasnake, vê carê jî li Girtîgeha Metrîsê bi ceribandineke barbariyê derkete holê; sê girtiyên nexweş ku yek jê du destên wî nînin, yek jê ji navtengê û jêr ve şeht e û yek jê girêdayî nivînan e, kirine yek hicreye. Parêzer Gulîzar Tuncer ev rewş bi rengê ‘êşkence’yê bi nav kir, diyar kir ‘aliyê derve’ ji vê rewşê berpirs e û bang kir ku helwest were nişandan.

Ji 3 girtiyên li eynî hucreyê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê tên ragirtin yek felc e, yek jê du destên wî nînin û yek jî di nav nivînan de ye. Parêzer Gulîzar Tûncer, anî ziman girtiyên ku neçar mane li hevdû binêrin di nav şertên dermirovî de têkoşîna jiyanê didin. 

Abdûlkadîr Kûday, Ergîn Arkaş û Serdal Yildirim ên li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê ya li Stenbolê tên ragirtin jî ji girtiyên ku rewşa wan giran e ne. Ji 3 girtiyan yek felc e, yekê du destên wî nînin û yek jî di nav nivînan de ye. Ji ber vê yekê pêdiviya hevdû bi cih tînin û ji hevdû re hem dibin dest hem jî dibin ling. 

 Girêdayî nivînan e

Abdulkadîr Kuday, di dema çalakiyên Kobanê yên 6-8'ê Cotmehê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê de hat binçavkirin û paşê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Kuday, cezayê hefsê yê muebeda girankirî lê hate birîn. Kûday di vê pêvajoyê de bi awayekî zêde qabîliyeta xwe ya axaftinê winda kir û girêdayî nav nivînan ma. Girtîgeha Bajêr a Çam û Sakûra ya Başakşehîrê jî di 16’ê çileya 2023’yan de rapora “nikare di girtîgehê de bijî” da Kûday. ATK’ê jî di 30’ê cotmeha 2023’yan de rapora “nikare bi tena serê xwe bijî” da. Dozgerê Înfazê yê Girtîgehê bi îdiaya “ji bo civakê bi xetere ye” berdana Kûday asteng kir. 

 Du destên wî nînin

Ergîn Aktaş ê di sala 2011’an de li navçeya Bazîd a Agiriyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin û 2 caran cezayê hefsê yê muebedê lê hate birîn ji sala 2019’an ve li Girtîgeha Tîpa T a Metrîsê tê ragirtin. Aktaş ê nexweşiya KOAH’ê pê re heye û du destên wî tune ne, tevî ku ATK’ê 6 caran rapora “nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne” dayê jî nayê berdan. Berdana Aktaş, ji aliyê dozgeriya înfaza girtîgehê bi hinceta “îhtîmal heye ku dîsa çalakiyê bike” nayê berdan. 

 Ji navtengê jêr ve şeht e

Serdal Yildirim di 17’ê Adara 2009’an de di encama qezaya trafîkê ya li navçeya Qosera Mêrdînê derbas kir de ji navtanga xwe û jêr felc bû. Yildirim neçar ma bi kursiya biteker jiyana xwe bidomîne. Ji stuyê Yildirim heta pişta wî nêzî 40 platîn lê hatine bi cih kirin.Yildirim pişt re ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê di 29’ê çileya 2016’an de hate berdan. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê, di 31’ê gulana 2016’an de 9 sal cezayê hefsê li Yildirim birî.

Rêbazeke êşkenceyê ye

Parêzera Aktaş Gulîzar Tûncer anî ziman ku girtiyên nexweş tên tecrîdkirin û mehkûmî li hevdû nêrînê kirine. Tûncerê destnîşan kir ku ev rewş “rêbazeke îşkenceyê” ye. Tûncer, îşaret bi rewşa girtiyê nexweş Aktaş kir û da zanîn ku destekî wî ji zendê ve destê wî yê din ji enîşkê ve nîne. Tûncer bal kişand ku tevî raporên ATK’ê jî Aktaş nayê berdan û anî ziman ku îtîrazên tên kirin jî nayên qebûlkirin. 

 Sê girtiyên nexweş di yek hicrê de ne

Tûncer, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Aktaş bi Yildirim û Kûday ên weke nexweşên giranin re di heman hucreyê de ye. Her sê girtiyên nexweş hatine mehkûmkirin ku di hucreyê de li hevdû binêrin û bijîn. Ji bilî nexweşiyên wan ên giran hin nexweşiyên wan ên din jî hene. Mesele nexweşiyên tuberkuloz, bronşît, êşên ser û piştê û hin nexweşiyên Aktaş ên din jî hene. Yildirim bi felc e.”  

Aliyê derve ji girtiyan berpirs e

Tûncer, destnîşan kir ku divê rewşa girtiyên nexweş her tim bê ziman û wiha berdewam kir: “Kesên hestiyar, hemû saziyên ku bi mafên mirovan re eleqedar dibin divê gelek li ser bifikirin; Çima îro li Tirkiyeyê bi hezaran girtiyên nexweş di van şertan de tên ragirtin? Mixabin em temaşe dikin. Li gorî min berpirsyarî li ser derve ye.”

 MA/OMER IBRAHÎMOGLU/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.