Li Girtîgeha Kirşehîrê provokasyon
Şemî 29 Mijdar 2025 - 03:00

Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê her roj bi binpêkirinên mafên mirovan re dibe rojev. Li gorî agahiyên ku girtiyan bi rêya parêzerên xwe dane, mafên mirovan bi tundî tên sînordarkirin. Sînordarkirinên li ser wegihandina avê, qedexeyên li ser pirtûk û materyalên perwerdehiyê û destwerdanên fizîkî bûne beşeke ji jiyana rojane. Emre Erdem û Mustafa Tolucan ên di girtîgehê de, bi rêya parêzerên xwe binpêkirinên mafan ragihandin. Girtiyê nexweş Emre Erdem di 23'yê Hezîranê de ji Girtîgeha Tîpa L ya Hejmar 5 a Silivriyê ji bo Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê hat veguhastin. Erdem di hevdîtina xwe ya bi parêzerê xwe re diyar kir ku ew dixwaze li qawîşa girtiyên siyasî bimîne lê ew hatiye veguhastin qawîşeke serbixwe. Dema ku wî ji bo veguhastina beşa girtiyên siyasî daxwaz kiriye, bi "îşkenceyê" re rû bi rû maye û li erdê hatiye kaşkirin. Erdem, der barê îşkenceya ku wî ditiye de ev tişt ragihandine:"Li ser îdiayên ku min di dema êşkenceyê de destên efseran birîndar kirine, lêpirsîneke dîsîplînî hat destpêkirin. Dema ku tomarên di dosyeya Dadgerên Înfazê de hatin nirxandin û hat destnîşankirin ku êrişek nehatiye kirin, cezayê dîsîplînê hat rakirin." Erdem diyar kir ku pêdiviyên bingehîn ên li girtîgehan nayên dabînkirin û got:"Ava germ wekî petrola xav diherike. Em tenê dikarin bi germkirina avê di semwaerê serê xwe bişon. Bêhneke nexweş ji avê tê."
Ava kelandi bi ser wan de kin
Girtî Mûstafa Tolucan ku di 1'ê Çileyê de ji Girtîgeha Bafrayê ji bo Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê hatibû veguhastin, di hevdîtina bi parêzerê xwe de diyar kir ku her çend dema hewadariyê saetek û nîvek hatibe destnîşankirin jî, di dawiya saetekê de, karmendên înfaz û parastinê hatine hewadariyê û ragihandine ku dema hewadariyê saetek e û wiha got:"Heman karmend, digel serkarmend û 30 kesên din, hatin û mudaxeleya fizîkî kirin. Di dema mudaxileyê de tiliya girtiyekî birîndar bû û me der barê vê yekê de gilî kir."
Tolucan ragihand ku karmend helwestên provokatîf li hember girtiyên siyasî nîşan didin û got:"Di demên dawî de, karmend ji girtiyên edlî re, dibêjin 'Ev terorîst in, bi wan re neaxivin, dema li hewadariyê bin ava kelandî bi ser wan dakin.’’Tolucan her wiha diyar kir ku ji ber polîtîkayên lêgerîna li hundirê dev nikarin biçin nexweşxaneyê û ew nikarin ji qurs û atolyeyan sûd wergirin.
MA/DENÎZ KARABUDAK














